Li Efrînê Ji destpêka sala 2022yê heta niha 530 kes hatine revandin

Li Efrînê Ji destpêka sala 2022yê heta niha 530 kes hatine revandin

Li Efrînê, rêjeya tawan, girtin, revandin, bombebarankirin, kuştinê ji aliyê grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike zêde bûne. Li gor raporteke rêxistineke belgekirina binpêkirinên mirovî, ji destpêka sala 2022an ve, 530 kes li Efrînê hatine revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan di raportekê de belav kir, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê guh nadin bangên rawestandina binpêkirinên mirovî û rojane ji bo standina fidyê xelkê Efrînê direvînin.

Destnîşan dike, hemû haletên revandinê, ne li ser bingeha fermanên dadwerî yên Dozgerê Giştî ne ku piraniya wan bi awayekî neyasayî û keyfî têne kirin. Pêwendî bi piraniya revandiyan nayê kirin û çarenivîsa wan nayin zanîn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan tekez dike jî, piraniya tohmetên ku arasteyî girtiyan tên kirin, ne li gorî delîlan in û ji ber sedemên kînê ne.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar dike, wan ji destpêka sala 2022an ve karîne navên 530 revandiyan belge bikin, lê hejmara rastî ya revandiyan ji vê zêdetir e.

Da zanîn jî, Talankirina bi awayekî sîstematîk, ferzkirina bacan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, dizîna zeytûnan, birîna dar û daristanan, revandina welatiyan bi awayekî keyfî û çewsandina xelkê li Efrînê, bûye diyardeyeke rojane.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine ku di encamê de zêdetir ji 300 hezar welatî koçber û derbider bûne, zêdetir ji 300 welatiyên sivîl hatin kuştin, zêdetir ji 700 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha li gor amarên çalakvanan, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, nêzîkî 8 hezar kesî hatine revandin.

Li gorî amarên wê navendê, Ji destpêka êrîşa Tirkiyê li ser  Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û heta niha, 2 hezar û 659 kes hatine kuştin, 6200 kes birîndar bûne, hejmara girtî û revandiyan gihîştiye 8 hezar û 530 kesan, ji wan 6 hezar û 259 kes hatine azadkirin, yên mayî jî çarenivîsa wan ne diyar e. her wiha hejmara kesên li girtîgehan di bin eşkenceyê de hatin kuştin jî gihîştiye 177 kesan.

Pustên heman beş