Rastiya bûyera PKK’ê ya li Dola Balîsan-Xelîfan çi ye?

Li Şeva 5 ê Îlonê yekîneyeke PKK’ê li devera Dola Balîsan a ser bi navçeya Xelîfanê bû armanca firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê. Ji deqîqên destpêkê yên vê bûyerê medyaya PKK’ê weke her carê hewl da ku berpirsatiya bûyerê bixin stuyê Hêzên Pêşmerge. Çapemeniya PKK’ê bûyer weke “PDK û pêşmergeyan êrîşî gerîla kirin” nîşan da. Paşê gotin ku çend gerîlla dîl ketine destê Pêşmerge.

 Lêbelê, bûyer pirr cûda rû daye. Bi rastî çi qewimî?

Şeva 5 ê Îlonê çi qewimî?

Li gor agahiyên ku Darka Mazî ji çavkaniyên herêmê bi dest xistine, li herêma bi navê geliyê Balîsanê yekîne yek PKK’ê ya ji 5 kesan pêk tê dibin hedefa drone yên tirk a. Her wiha di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de ev yekêna PKK’ê ketine gundên li ser rêkê bi têlsiza biçûk û telefonê axivîne. Ji ber vê yekê ev yekîne demek berê ji alîyên firokeyên keşfê ve hatîye şopandin.

Di êrişa despêkê de yekser 3 gerîla jiyana xwe ji dest didin. Du gerîlayên mayî jî bi birîndarî xwe digihînin nava baxçeyên gund. Yek ji van gerîlayan dikare biaxive. Ji bo alîkariyê gazî gundiyan dike. Rewşa birindarê din pir giran e. Hêzên pêşmerge ser agahdarîya gundiyan de hatin cihê bûyerê. Her dû birîndaran dikin ambulansê de û ber bi nexweşxaneyê rê dikevin. Di rê de gerîlayê birina wî giran hêj ne gîhan nexweşxanê jiyana xwe jidest dide. Gerîlayê din radiken nexweşxaneya hewarhatinê.

Derewa PKK’ê ya ku dibêje “gerîla û pêşmerge şer kirin e”

Medyaya PKK’ê vê derewê belav dike û dibêje “ji şeva borî ve Pêşmerge banga teslîmbûna birîndaran dike” gerîla jî ji bo xwe radestî Pêşmerge nekin şer dikin. Welê dixuye ku PKK dixwaze li ser Dola Balîsan banga fitne û fesadîyê bike, lewma çîrokên derew di vehîne, tevî ku ti zanyarî û agahiya PKK’ê ji vê bûyerê tune ye jî. Ji ber ku ti pevçûn di navbera çekdarên PKK’ê û Pêşmergê Kurdistanê de çene bûn e.

Faşîstên Tirk û alîgirên PKK’ê bi hev re PDK kirin armanc

Hemû gundiyên gundê Tarawe û Xate yên ku bûyer lê qewimî, temaşe kirin dema ku pêşmergeyan çekdarên PKK’ê yên birîndar bi ambûlansê rizgar kirî. Heta duh şev heya danê êvarê medyaya Tirkiyê bi hinceta çima “Pêşmerge bi ambûlansê çekdarên PKK’ê rizgar kirin e” êrişî Herêma Kurdistanê dikirin. Ragihandina PKK’ê jî bi tohmeta PDK’ê ew îxbar kirine êrişî ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK ê dikir. Ne tesaduf e ku endamên dewleta Tirk û alîgirên PKK’ê bi hev re êrîşî Pêşmerge û Barzanî dikin. PKK û dewleta Tirk bi hevre bi sala ye dixwazin Herêma Kurdistanê weke şeytan destnîşan bikin. Duh jî heman tişt li devera Dola Balîsan-Xalifan hat dubarekirin.

Yanî gerîlayên birîndar bang li gel dikin ku me rizgar bikin. Pêşmerge gerîlayên birîndar dide pişta xwe û digihîne ambulansê. Lê PKK bûyereke wiha dilêj jî manîpule dike ku bike mijara fitne û fesadî yê. PKK dizane ku Herêma Kurdistanê ji ber hesasiyetên siyasî daxuyaniyeke fermî nade û nikare bibêje “li ser banga wan me gerîlayên birîndar rizgar kirin”. ji ber vê rastîyê jî PKK we dibine ku meydank ji wan re maye û agirê fitne gûr dikin.

Heker hêzên Pêşmerge jî, bi şêwazê PKK’ê bersiva PKK’ê bidin dê çi bibe?

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêzên Pêşmerge û rêveberiya PDK’ê tevî hemû bêrêzî û fitneyên PKK’ê jî, bi şêwazê PKK bersiv neda. Di rastiyê de Pêşmergê Kurdistanê tu carî çekdarên PKK’ê nekirî ye armanc. Di van 3 salên dawî de PKK’ê 12 pêşmerge şehîd kirin û bi dehan zarok jî sêwî hiştin. Lê pêşmergeyan li tu grûp û yekîneyên PKK’ê nexist. Heger hêzên Pêşmerge li dijî PKK’ê bikeve nava liv û tevgerê bawer bikin hêzên PKK’ê yên li devera behdînan û Garê ku Mirad Qereyilan jî di nav da ye, nikarin parî yek nan jî, peyda bikin.

Li gorî rewşa erdnîgariya herêmê, eger PDK bi rastî îstîxbaratê bide hêzên Tirk û êrîşan koordîne bike, li derdora Amadiyê, Garê yek gerîla jî namîne. Hêza ku vê herî baş dizane PKK ye. Lêbelê rexmê vê rastîyê jî PKK rojeva xwe ya siyasî didomîne. Bi îhtîmaleke mezin ewê wek par di rojên pêşî ya me de li Ewropa, Tirkiye û hwd kampanya yekê li dijî herêma Kurdistanê bimeşînin û kesên fanatîk û nezan li dijî PDK’ê û Hikûmeta Kurdistanê dirûşma biqîrin.

Malpera Darka Mazî hefteya borî gotarek weşandibû û li ser sedemên tevgera vê dawiyê ya medyaya PKK’ê ya li dijî Pêşmerge nivîsek weşandibû: https://darkamazi.info/archives/1032094

Li hember van hemûyan divê rewşenbîrên Herêma Kurdistanê bi taybetî jî rewşenbîrên netewperwer van derewên PKK eşkere bikin û helwestekî Kurdistanî raber bikin. Divê ji PKK’ê were pirsin çi şixulê gerîla li devera Xelîfanê heye?

Bûyer li ku derê pêk hat?

Bûyer di navbera gundên Tarawe û Xate yê geliyê Balîsan rû da. Gelîyê Balîsan dikeve navbera navçeyên Ranya-Herîr û Xelîfan de. Ev herêm bi hewayî 170 km dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Heke gerîla bi rojan jî bimeşe nikare eskerê tirk bi çavan bibine. Pirsa yekem ku tê bîra mirov, “Gelo çekdarên PKK’ê ji bo dijî dewleta Tirk şer bike yan jî ji bo dijî hêzên pêşmergê Kurdistanê şer bike li wir e?

PKK dixwaze li quntara Paytexta Kurdistanê Hewlêrê xwe tevger bike û dewleta tirk bi de dûv xwe bîne nava cergê başûrê Kurdistanê û paşê jî bêbextîyê li Pêşmergê Kurdistanê bike. Kurteya çîroka bûyera 5 ê Îlonê li Dola Balîsan qewimî bi kurt û kurmancî ev e.

Pustên heman beş