Medyaya PKK’ê ji duh ve pêleke nû ya bêrêzî û êrişkarîya li dijî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge daye destpêkirin. Li pişt van nûçeyan ku li ser dirûşma “PDK’e rê ji bo artêşa Tirk çêdike” ku di medyaya PKK’ê de hatiye weşandin, bi rastî çi rû dide?
Pêşmerge rê li kuderê çêdike?
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî û gelê deverê girtin, li herêmê rêyeke ku nû tê çêkirin nîne. Ji parka Berê Sûlê ku yek ji parkên herî navdar ê Kurdistanê ye, û dikeve Amêdiyê ku rojane bi sedan kes tê de dimînin, ji bilî rêya ku diçe meqerên Pêşmerge ti rêkên din çenebûne. Çêkirina vê rêyê berîya du sala dest pê kiribû. Yanî rêya ku hatiye çêkirin ji xeynî serweriya Pêşmerge li wê deverê ti sûdê nade ti hêzek e din.
Ger ew rê ji bo artêşa Tirkiyê bihata çêkirin, wek ku medyaya PKK’ê dibêjin, wê artêşa Tirkiyê bi tank û topên xwe ji navenda bajarê Amêdiyê û ji seyrangeha Sûlavê re derbas bibe. Lê ji Amediyê leşkerekî tirk jî derbas ne bûye. Rêya ku hatiye çêkirin tenê rêyeke ku diçe sengerên pêşmergeyên ku Amêdîyê diparêzin.
Yên ku vê yekê baş dizanin PKK’eyî ne. Lê bêguman berevajî kirina vî nûçe bi mebesta armancekê tê kirin. Ger em mijarê bi hûrgilî zelal bikin;
Mîmarên vê propagandaya reş kî ne?
Wisa xuya dike ku derew ên medyaya PKK’ê ya li ser gotinên “Pêşmerge ji bo artêşa Tirki rê çê dike” beşeke ji kampanyaya ku ji aliyê berpirsên payebilind ên HPG û medyayê ve hatiye plankirin. Ji ber ku Fermandariya Biryargeha Navendî ya NPG û medyaya PKK’ê ev nûçeya sexte parve kirin.
Yanî di heman rojê de fermandariya NPG (navenda Parastina Gel) bi gotina “Divê PDK rêyan çêneke” daxuyanî da û yekser ajansa ANF ê ya PKK’ê ku li Ewropayê weşanê dike dîmen weşandin. Ev tê wê wateyê ku nûçe ji berê ve hatiye amadekirin. Ji ber vê yekê mîmarên vê çîrokê kî ne? Helbet HPG û fermandarîya NPG ango Mirad Qarayilan e. Li aliyê din navenda çapemeniya PKK’ê ya li Brûkselê Ferda Çetîn û sazîyên ragehandinê ne. Bi rastî jî fermandarîya “şerê Zap ê” li Brûkselê ye ji ber ku li zap ê çi şer nîne. tenê çapemenîya PKK’ê şer dike.
Yanî nûçeyên ku dibêjin “Pêşmerge rê li ber artêşa Tirkiyê vedike” ji serî ve dereweke koordînekirî ye. Îcar çima?
Qarayilan fermandarekî binketî ye
Ger em eşkere bibêjin; “Hêzên HPG’ê û fermandariya NPG’ê ya di bin fermandariya Mirad Qarayilan de têk çûne.” Ger Qereyilan berpisrê leşkeri yê welatekî ba jî wê ew ji kar were dûrxistin û li dadgeha leşkerî jî da hête darizandin. Ciwanên di nava refên PKK’ê de dibe ku li herêmên operasyonê jiyana xwe ji dest dabin, lê ev têra veşartina têkçûna Mirad Qarayilan û tevgera ku ew temsîl dike nake. PKK’ê hemû şervanên xwe dane kuştin û bêmanewîyat kirin. lê rexmê vê belavbûn û têkçîna xwe jî dîsa PKK’e dibêje ez hember artêşa Tirkiyê bi serketim. Şikestina xwe ya mezin dixwaze bike stûyê Pêşmergê Kurdistanê de.
Bi dawiya meha Îlonê re ji ber şert û mercên demsalî dê operasyonên Tirka gav bi gav rawestin. Wê demê bîlançoya rastîn a şer wê eşkere bibe. Artêşa Tirk ket ku derê, li ku girt. Li ku derê artêşa Qarayilan li ber xwe daye û parastîye wê derkeve holê. PKK’ê û medyaya wê bi rastî jî bi van nûçeyên sexte dixwazin vê encamê veşêrin. Her wiha xwe amade dikin ku mijara “Pêşmergeyên Roj li Xalîfanê gerîlayên me şehîd kirine” ku ji par ve danîbûn aliyekî, ji nû ve germ bikin û derxin pêşberî raya Kurd.
Di tevahiya havînê de PKK’ê bi rêya çapemeniya xwe wisa nîşan da weke ku li ser xeta Zap, Metîna şer heye. Li navendên medyaya PKK’ê yên Bruksel, Silêmanî û Qamişlo daxuyaniyên bêaqil û bîlançoyên werimandî belavkirin, digotin ku cenazeyên leşkerên Tirk dest me da hene. Lê belê di wan herêmên ku tê behskirin tu pevçûn û berxwedan çênebû ne.
Artêşa Tirk ji roja ku operasyon 14 ê Nîsanê dest pê kiriye heta niha weke ku mûyek ji nîvişkî derdixe ketiye hemû qadên geliyê Zapê. Bi mixabinî ve artêşa Tirk li herêma zapê sedî 90 gihêştiye hedefên xwe. Di daxuyaniya NPG’ê de gotinên wekî “Pêşmerge dixawaze bi çêkirina rê harîkarîyê bighîne leşkerên tirk yên ku me li Şikefta Birîndaran û Girê Werexel tangav kirî” hene, ya star ka çi eleqeya sere Sînya û Werexelê bi pêşmergên Berê Sûlê re heye. Heke hûn dixwazin derewan bikin jî qet nebe bila pîçek nêzî rastîyê be. Werexel û Şikefta Birîndara (Sere Sînya) warê cografî de tu eleqe li gel Amêdîyê nîne.
Şikefta Birîndara (Sînya) di sibeha 14 ê Nîsanê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin û ji wê rojê heta niha hêzên HPG’ê yek gule jî neavêtiye dijmin li wê herêmê.
Pêdvî ye ku PKK hesabê rêyên ku artêşa Tirk ji bakûr anîn herêma Başûr bide.
Ya rastî divê ji PKK’ê bê pirsîn ka çima ew “rê hatine çêkirin”. Ew dever hemû biryargeh û miryargehên PKK’ê bûn. Digotin em we nakin ku çûk li ser van deveran bifire. Lê niha artêşa tirk rêyên cût sayêt, qîrkirî li “Herêmên Parastina Medya” çêkirin e. PKK’e berpirse ji hemû rêyên ku leşkerên Tirk çêkirî ne, ku ji Qilabanê heta Şemzînanê dirêj dibin. Dema ku ew rê hatin çêkirin, PKK’ê bace ji miqawilên rê çêdikirin distand. Îro li ser wan rêyan dewleta tirk leşkeran dişîne Başûr.
Mînak gelo kê rêya du sayt û asfalt birî ye Ertûş? Ertûş gelîyê Kinyaniş navenda hêza leşkerî ya PKK’ê HPG ê bû. Rêyên ku diçin Dostkî Jorî, Ertis, Hisare, Serê Darê (Kaniya Ga) Werxel, Mizîrî Jorî Serê Botinî (Tepê Xwedê) heya Evdal Kuvî û Ermûş tevayî Xakûrk ê. hemû rê ji Bakûr ber bi Başûr ve hatine çêkirin û herêm jî va 40 sale di bin serweriya PKK’ê de bû.
Heta niha ji Başûrê Kurdistanê ber bi aliyê Bakur ve 1 km rê jî nehatiye çêkirin. Tişta ku divê PKK’ê bi rastî behsa wê bike ew rêyên ku weke otobanê di bin kontrola PKK’ê de hatine çêkirin. Di dîroka komara Tirkîya bi qasî niha rê li ser çîya û banîyên Kurdistanê nehatibûn çêkirin ev hemû bi saya sere PKK’ê hatine çêkirin. PKK’ê dagirkerî hem warê fikrî û hem jî warê erdnîgarî de belavî hemû Kurdistanê kir.
Senaryoya mîna ya sala borî
Wusa dixuye ku HPG wê provokasyoneke mîna ya sala borî li ser gotinên “Pêşmergeyan li Xalîfanê 6 gerîlayên me kuştin” pêk bîne. Di daxuyaniya xwe de “banga çalakiyê” ya NPG vê yekê nîşan dide.
Ji vê rojê û pê ve em ê li Rojava, Ewropa û Tirkiyê li xwepêşandanên li dijî PDK, Herêma Kurdistanê û Pêşmerge temaşe bikin. Wê çend dirûşmên neyartî li ser çapekê binivîsin û bidin destê çend ciwanên xeşîm û bêjin “Gel dijî dagirkerîyê xwepêşandan dike”
Wê armancên kûrtir jî hebin.
Yek ji taybetmendiyên dîroka PKK’ê ya ku nayê guhertin jî ew e ku kengê rayedarên PKK’ê girseya xwe dadixin kolanan, xwe li pişt wê girseyê vedişêrin û provokasyonên mezin di zivirînin. Vê carê çapemeniya PKK’ê nûçeyên provokasyonên ku dê Kurdan li Silêmanî û Brukselê li dijî hev derxînin binivîsin, helbet PKK di nava leyistikek pir bêexlaq de erkdar e. bi taybet jî van rojên ku di Iraqê de alozî zêde ne PKK’e dixwaze destê serwerîya Herêma Kurdistanê lewaz bike. Û her wiha PKK’e wê di bin vê qirecirê de li ser mijara Rojava hevdîtinên veşartî li gel dewletên dagirker pêk bîne.
Bi kurtasî erka Kurdistaniyên resen e ku gav bi gav vê provokasyona PKK’ê bişopînin, rastiyan derxin holê û bersivên pêwîst bidin PKK’ê.