Eger ittîfaka di navbera Kurdan de li Rojava çêbe, PKK divê van gavên bingehîn bavêje:
Bi hilweşîna rejîma Esad deriyê gelek derfetan li Rojava ji Kurdên wê herêmê re vedike. Hemû Kurd dixwazin ku ENKS û PYD bi hev re tevbigerin û vê derfetê baş bi kar bînin, bi kurtî Kurd yekîtîyê dixwazin. Û hemû Kurd gazîya “Yekîtiya Rojava” dikin, mixabin ev gazî tenê bi hestîyarî ne, yek alî ne û li ser bingeheke rastîn ava nebûne, gaziyên nîvçe ne.
Ji bo ku em bi awayekî gelemperî û realist li mijarê binêrin, pêşî divê em van her du xalan bibînin:
1- Ji bo ku di Rojava yê Kurdistanê de yekîtî pêk were, divê du hêzên siyasî yên sereke ên Kurdistanê, yanî PKK û PDK, li ser hin mijaran bi giştî li hev bikin. Ji ber ku meseleya Rojava ji rewş û dengên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê cuda nîne.
2- Ji bo yekîtîya Rojava, gelê Kurd, rêveberên Rojava û hemû alî gazî Başûrê Kurdistanê û Serok Barzanî dikin. Ev şaş e, yên ku dixwazin yekîtî pêk bînin, pêşî divê gazî PKK’ê bikin.
Belê, gava em li çarçoveya van herdu xalan dinêrin, dibînin ku yên ku dixwazin di Rojava de yekîtî ava bikin, divê pêşî gazî PKK’ê bikin. Em mijarê bi kurtasî pênase bikin.
Gaziya Yekem: PKK divê Rojava wekî qadeke ji bo meşrûbûna xwe bikar neyne.
Du hêzên ku divê di Rojava de yekîtî ava bikin, ENKS û hêzên HSD, ne bi temamî serbixwe ne. ENKS têkiliyên wê yên bi PDK re hene, HSD jî têkiliyên wê bi PKK re hene. Herwiha siyaseta her du aliyan jî navenda wan di Başûrê Kurdistanê de ye. Lê têkiliyên ENKS bi PDK’ê re persist û serbixwe ne. lê belê Rêveberiya PYD ê bi temamî pêkhatekî PKK ê ye.
Mînak, em li wan kesên di nava PYD’ê de binêrin, wek Îlham Ehmed (Ronahi), General Mezlûm (Şahîn Cîlo), Asya Ebdullah (Dilan Derik), Fawza Yusif (Zaxo Zagros) ev ne tenê berê endamên PKK’ê bûn. Nuke jî ev endamên komîteya PKK’ê ya Rojava ne û heta ji aliyê kesên wek Sabri Ok û Fatma Dersim ve rasterast têne birêvebirin. Ev rewş ne tenê wan têkildar bi PKK’ê dike, ji ber vê nasnameya wan ya PKK’ê, ew ne li gorî berjewendiyên Rojava, belku li gorî ferman û berjewendiyên PKK’ê mijar û bûyeran dinirxînin.
Em bi eşkere bêjin ku helwesta nerm ya HSD’ê ji ber zexta Emerîka ye. Eger Mezlûm Abdi carinan karibe tiştekî derveyî PKK’ê bibêje, ev jî ji aliyê Emerîka ve li ser wî hatîye sepandin.
PKK, ji destpêka Bihara Erebî ve Rojava wek qadekê ku xwe bi serdest bike û ji ser wê xwe meşrû bike dît. Ji ber vê yekê, wêne û alayên Ocalan Rojava tên berzkirin, bi awayekî ku her kes wan bibîne. Bergên pirtûkên perwerdeyê bi wêneyên Ocalan hatin çêkirin.
Niha hem hêzên welatên Rojava hem jî Emerîka teklîfa wan bo HSD’ê wiha ye: “Têkiliyên xwe yên bi PKK’ê re sînordar bikin, em ê ji we re bibin mertal”. Herwiha ENKS jî wiha dibêje: “Em çima zarokên xwe bişînin dibistanê da ku jiyana Ocalan hîn bibin û ji bo Ocalan dirûşma bavêjin?”
Li ser vê bingehê, yên ku yekîtiyê dixwazin, pêşî divê van gaziyan ji PKK’ê re bikin: “Rojava di warê diyarkirina çarenûsa wê de azad bihêle, Komîteya PKK’ê ya Rojava kadroyên xwe bikişîne û tenê xebatkarên Rojavayî yên li ser kar biminin. Di asta rêveberiya KCK’ê, PYD’ê û PJAK’ê de cih negirin. ji derveyî Gazî û birîndaran, Rojava wek cihê bicîbûnê ji bo rêveberên PKK’ê neyê bikaranîn.”
Gazîya Duyem: Têkiliyên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê û PDK’ê li Bexdayê rawestînin
Em bi pirsekê dest pê bikin: Eger em dixwazin Kurdan li Sûriyê û Rojava bi hev re bişînin Şamê, ma ne lazime ji bo Bexdayê jî em heman yekîtiyê bixwazin? Bêguman, divê em bixwazin.
Ji bo ku yekitiya Kurdan li Rojava pêk were, divê PKK helwesta xwe ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê biguherîne. Erê, PKK berê jî dijminê PDK’ê bû, lê ji sala 2013an vir ve bi awayekî sîstematîk bi rêxistinên Şîa re li dijî PDK’ê dijminahî dike. Binêrin, ev ne hevrikî ye, ev rasterast dijminî ye. Gava dewleta Îranê Hewlêrê bombebaran dikir û sivîl dikuştin, medyaya PKK weke kûçikekê bi sedaqet li gel Îran û rejîma Şîa ya Iraqê dixebitî.
Rêveberên PKK’ê li Bexdayê û Silêmaniyê dixwazin tirba PDK’ê bikolin. Ew her tiştî dikin da ku li Bexdayê PDK’ê lewaz bikin û bikevin cihê wê. Eger PKK dixwaze li Rojava yekîtiyê pêk bîne, pêşî divê têkiliyên xwe yên li dijî PDK’ê li Bexdayê bibire. PKK dibêje em bi hev re biçin Şamê, lê ezê li Bexdayê li dijî te ittîfaqê ava bikim, ev yek nayê qebûl kirin.
Bêguman, meseleya Şingalê jî heye. PKK’ê xwest Êzidiyan bike dijminê Herêma Kurdistanê. Ji bo Şingalekî bê Kurdistan û Kurdistanekî bê Şingal, bi Iraqê re li hev kir. Ala Heşdî Şebî da ser mile ciwanên Êzidiyan. Ew kesê ku li Rojava dibêje “Qamişlo bila bi Şamê ve bê girêdan” çawa xayîn e, li Başûr jî kesê ku dibêje “Şingal bila bi Iraqê ve were girêdan” jî ewqas xayîn e.
Madem Kurdan divê li Şamê bi hev re bin, hingê PKK jî divê dest ji ittîfaqên li dijî PDK’ê li Bexdayê berde. Ji bo vê yekê, gaziya duyem ji PKK’ê ev e: “Ji ittîfaqên li dijî PDK’ê li Bexdayê û Silêmaniyê derkeve, dezgehên xwe yên di nav hêzên Heşdî Şebî de bişkîne, îlan bike ku tu Şingalê wek parçeyekî Kurdistanê dibînî, dest ji astengkirina cîbicîkirina peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de berde, teşwîk û planên êrîşên ji Silêmaniyê bo Hewlêrê rawestîne.”
Gazîya Sêyem: Divê medyaya PKK zimanê nefretê yê di navbera Kurdan de bihêle
Medyaya PKK’ê li ser bingeha dijminiya PDK’ê hatiye rêxistin bûn. Ev medya ji bilî ku di navbera Kurdan de nefretê belav bike, welatperweriya Kurdan ji holê radike û Kurdan li dijî Başûrê Kurdistanê, ku tekane destketiya Kurdan e teşwîq dike, çi xebatên din nake. Medyaya PKK’ê bûye parçeyekî projeyeke Iraqê ji bo jinav birina statuya Herêma Kurdistanê.
Mînak, dewleta Iraqê bi siyaseteke serdestkar rê li ber firotina petrolê ya Kurdan digre, lê medyaya PKK’ê propaganda dike ku Iraq destkariyeke aborî dike. Gava Îran êrîşî Hewlêrê dike, ew dibêje “Nivîsgehên Îsraîlê li Erbîlê hatin lêdan”. Gava Kerkûk hate dagîrkirin, rêveberên PKK’ê derketin ser şaşên TV yê û gotin “paradîgmaya me serkeft”. Gava dewleta Iraqê li Kerkûkê Kurdekî dikuje, medyaya PKK’ê ewqas bêşerefane derdikeve û dibêje “PDK’ê alozî derxist” bi vî awayî êrîşî destketiyên Kurdan ên Başûr dike.
Medyaya PKK’ê dixwaze malbata Barzanî û xebata wan ya sedan salan li dîroka Kurdistanê wek şeytan dest nîşan bike. Dijminkarîya PKK’ê gehişt astekî ku salvegerên enfala Barzanîyan de malperên wan yên medya civakî dibêjin nexşel Barzanîyên mayî.
Îro jî, gava Esad hatiye hilweşandin û her kes li yekîtiyê digere, medyaya PKK’ê hê jî lêdigere ka dê çawa bikare êrîşî PDK’ê bike.
Yên ku dixwazin yekîtiyê li Rojava pêk bînin, divê gazî PKK’ê bikin û bibêjin: “di medyaya xwe de dest ji bêrûmetkirina bizavên siyasî yên derveyî xwe berde, dest ji dijminatiya PDK’ê û Barzanî û çewsandina dîroka Kurdan berde.”
Mezintirîn astengî li pêşiya yekîtiyê li Rojava PKK’eye
Eger PKK bibêje “ez tu tewîzan nedim, min çawa Rojava firoşt Esad, niha jî dê wisa bifroşim Coolanî, deriyê min yê rantê bila nehê girtin, dê ji Iraqê û Heşdî Şebî jî sûd wergirim, û hwd û rojane ji malbata Barzanî re dijûnan bikim” hingê li Rojava yekîtî çênabe.
Tiştek heye ku divê her kes ji wê re zelal be. PKK ji sala 2012an ve ji bo Rojava di dest xwe de bigire, bi plan yekitiya Kurdan asteng kiriye, û niha jî mezintirîn asteng ji bo yekîtiyê hebûna PKK’eye. Ji bo vê yekê, gaziya yekem ji bo yekîtiyê li Rojava divê ew be: ” ey PKK Rojava neke qûrbanê berjewendiyên xwe yên hîzbî.