Sûryeyê îro rojeke dîrokê jiyan kir, dîktatoriyet piştî 53 salên desthilatdarîya rejîma Be’is a Hafiz Esed û kurê wî Beşar hilweşî, mixalefetê rewş girte destê xwe bi hêviya avakirina Sûryeyeka nû, lê hêjan nezelale pergala ku wê cîhê rejêmê bigre dê bi ti awayî be, çarenûsa pêkhateyên Sûryeyê wê çi be, teybet çarenûsa Kurdan, gelo Kurd wê mafên xwe bistînin, yan qûnaxeke din a taryatiyê li pêşîya Rojava welat e?.
Li 27 Mijdara îsal 2024ê Heyeta Tehrîr Şam êrîşa li ser Idilbê, Helebê û Tilrefet û Şehbayê destpêkir û bi awayekî herî bilez pêşveçûn, wan bajar bi bajar ji dest rejîmê derxistin, êrîşê 11 rojan dewam kir û îro 8 Berfanbarê Heyeta Tehrîr Şam ketin Şamê û dawî bi rejîma Esed anîn, rejîma ku 53 salan Sûrye bi dîktatoriyet tepisandî.
Kurd û destpêka şerê Sûryeyê
Bi destpêkirina şerê navxwe yê Sûryeyê li sala 2012an, Kurd jî weke tev gelên din yên wî welatî bi hêvîbûn ku bi awayekî kara tevlî şoreşê bibin, lê her di zû de hatin bêdeng kirin û perçiqandin. Aliyê ku Kurd tepisandîn ne rejîm bû PKKe bû ya ku li gorî lihevhatinekê şerê bi wekalet pêş rejîma Esed ve li wê demê daye destpêkirin.
PKKê li wê demê Partiya Yekîtya Demokratîk PYDe avakir, PYDê lihevatinek bi rejîma Esed re kir. Li gorî lihevhatinê hikûmeta Sûryeyê ji PYDê xwest, parastina bakûra Sûryê erka wan be. PYDê ewl Kurdên nerazî yên ku di gotin “Gel dixwaze nîzamê Hilweşîne” tepisandin piştre berjewendiyên rejîma Esed li Rojava parastin, ango “şerekî bi wekalet” pêş rejîmê ve meşand.
Radestkirina Rojava bo rejîmê
PYDê û baskê wê yê leşkirî YPGê, bi destpêkirina şerê li dijî DAIŞê li 2014an her di zû de derbasî meydana şer dibe, cengeke bê wêne kir, lê belî di rastî de, rejîma Esed sûdmenda yekê ya vê lehengîya YPGê bû.
YPGê û HSDê herêm herêm rizgar kirin weke Efrîn, Minbic, Reqqe, Tebqe, Kobanê, Girê Sipî, Eyn Îsa, Serê Kaniyê, Heseke, Qamişlo, her wiha Dirbêsyê, Şedadiyê û bi dehan bajarokên din. 11 Hezar şehîd û 24 hezar birîndar çêbûn, piranî jê xort û lawên Kurd bûn, encama vê qurbaniyê avakirina kantonan, piştre Rêveberîya Xweser bû, lê ev hewl nebûne hêvêna avakirina kiyaneke Kurd ê bi navê Rojava Kurdistanê.
Piştî 7 salên pir xwînawî ên şerê terorê, PYDê cenga bi wekalet bi dawî kir û “Rojava Kurdistanê” radestî xwediyên wê rejîma Sûryê kir.
PYDe ku partiya desthlatdara tekalî a Rojava ye, wê di salên xebat û tekoşîna xwe da tev part û tevgerên wilatparêz dûr kirin, her çend ku serkirdatiya Başûrê Kurdistanê li wê demê bi rêberatiya Serok Barzanî bi lihevhatinên Hewlêrê û Dihokê hewl da, yekgrtina part û aliyên Rojava çêbike, lê PYDê lihevhatin pêşêl kirin û Rojava tekalî birêvebir, biryara Qendîlê li ser PYDê a zal bû, loma jî ew zenga xetera jinavçûna Rojava bû.
Lihevhatina 2019ê a PYDê û rejîma Esed
Digel destpêkirina êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li 9 Oktobera sala 2019an, HSDê biryar da li gel Rejîma Esed lihevhatinekê pêk bîne, lihevhatin çêbû, lêbelê ew bi destpêkeke herî xerab bû ji rûyê leşkirî, siyasî û dîrokî ve, wate destpêka jinavçûnê bû.
Piştgermiya PYDê bi PKKê û wergirtina fermanan ji Qendîlê, rê ji bo hatina Tirkiyê bo Rojava Kurdistanê xweş kir, her wek PYDê fam nedikr ku berzkirina wêneyên Ocalan wê istîfzaza Tirkiyê bike û rê ji bo dagîrkeriyê veke, wê baş fam dikir, Türkiye wê derbasî Rojava bibe.
Artêşa Tirkiyê êrîşa ser Rojava bi behaneya ava kirina “herêmeke ewlehiyê” destpêkir, her di zû de HSDê hest bi tirsê kir û pena ji bo rejîma Esed bir, piştî 5 rojên êrîşê li 12 Oktobera 2019an berpirsyarên HSDê û hikûmeta Sûryê civyan, ew civîn ya lihevhatina vegerandina (Rojava Kurdistanê) bû ji boy rejîmê.
Naveroka lihevhatina HSDê û rejîma Sûryê:
– Arteşa Sûryê li tev navçeyên sînorî ên navbera Tirkiyê û Sûryê de were cêgîr kirin.
– Arteşa Sûryê wê derbasî nava bajarên Kobanê û Minbicê bibe.
– Arteşa Sûryê wê debasî nava Tebqeyê bibe, hemwext bendavên Firatê û Mensûre ku dikevne ser çemê Firatê li Reqqe.
– Palawgehên petrolê ên Dêrazorê wê radestî Sûryê bihên kirin.
– Arteşa Sûryê ji Hêzên Sûryaya Demokratîk xwestiye Qamişloyê radest bikin.
– HSDe razîbûye bajarên Rojava bi hevbeşî digel rejîmê weren birêvebirin.
Bi vê lihevhatinê, Rojava Kurdistanê êdî weke statû nehat temaşekirin, ji rûyê leşkirî ve ji dest çûna navçeyê bû, ji rûyê siyasî ve vegerîn bû ji bo destpêka şorşa Sûryê û sala 2012an, PKKê wisa bi xwîna 11 hizar lawên Kurd lîst.
Gelo çarenûsa hevpeymanên Esed di Sûryeya nû de wê çi be?
Di şerê 11 rojên rabûrî de ku encama wê ketina Esed û desthilata dîktator bû, hêzên Kurdî rol lîst, PYDê, YPGê û HSDê û fermandarê wê Mazlûm Ebdî di navbera şev û rojekan de helwest guhertin, Mazlûm Ebdî yê ku li sala 2019an gotî çarenûsa me û artêşa Beşar Esed yeke û em dixwazin HSDe taybetmendiyekê di pêkhateya artêşa Esed de wergire, duh bo yekem car got Beşar Esed dîktatore! .
Çekdarên Tehrîr Şam di şerê 11 rojên rabûrî de tevî ku çi pevçûnên wisa bi HSDê re nekirin, lê belê her HSDe bi îxanetê û lihevhatina bi rejîma Esed re tewanbar kir, ev yekê amajeyên xêrê bi xwe re na îne. Salih Muslim duh li medyaya PKKê derket û di nirxandina rewşê de pesnê mixalefta Sûryê dikir. Tevî van helwestên necîhgîr hêjan jî nezelale kanê bi nemana Esed rewş wê li Sûryê û Rojava ber bi ku biçe û mixalefta ku desthilat girtiye dest xwe wê çi reftarekî bi baskên PKKê yên li Rojava bike.
Loma divê Kurdên Rojava ji bo ku vê derfeta zêrîn wenda nekin, divê ji PKKê û baskên wê yên Rojava re bibêje dev ji Rojava berdin, dev ji rêveberîya tekalî û dijimnatîya partiyên Kurdistanî û welatparêz berdin, divê êdî tev part û aliyên siyasî yên Kurdî bi hevre bixebtin û mafên Kurdan di Sûryeya nû de dest bixin, divê rê nedin êdî Qendîl û Cemîl Bayîk ê ku dibêje pêwendiyên me bi malbata Esed re dîrokî ne çarenûsa vê perçeya Kurdistanê careke din wenda bikin. Divê Kurd li dora hev kom bibin û ji PKKê re bibêje bese, taybet ku Ardogan beriya çend rojan jî gef xwarine û gotiye ku ew rê nade PKKe sûd ji rewşa ku nû li Sûryê derdikeve bibîne.