Kurd divê piştgirî ya HSD’ê bikin, lê HSD divê rexnedayîna rabirdo bike û helwesteke Kurdistanî nîşan bide

Rejîma Esed di nava 13 rojan de hilweşî. Wek çawa hilweşîna rejîma Saddam qedera Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyên din guhert, hilweşîna rejîma Esed û rewşa Sûriyê jî dê qedera hemû Kurdan biguherîne. Ji ber vê yekê hemû Kurd pêvajoya Rojava bi baldarî dişopînin. Her Kurdek di vê qonaxê de yekîtiya Kurdan dixwaze.

Di rastiyê de, ji 2011 ê ve hemû Kurd ev 13 salin di her mercî de piştgirîya hêzên Kurdan li Rojava dikin. Û Kurdan piştgiriyeke wisa li Rojava kiriye ku li tu parçeyeke Kurdistanê nehatiye kirin.

Di van alîkariyan de, bi taybetî rolê Serok Barzanî gelekî berz û zelal bû. Hêj 2012 an de, di demeke ku Rojava di ber êrîşên El Nusrayê de li ber tunebûnê bû, îdareya Hewlêrê bi pêşengiya Serok Barzanî alîkariyên leşkerî, siyasî, diplomatîk, xwarakî û bijîşkî li Rojava kirin.

Hê jî Rojava di pêvajoyeke hestîyar deye ku divê hemû Kurd piştgirî lê bikin. Lê em ne li ser armancên siyasî û gotarên îdeolojîk ên PKK’ê, lê ji bo Rojava bibe qelayek ji Kurdistanê piştgirî dikin. Ji ber ku PKK bûye astengekî sereke li ber Kurdistanîbûna Rojava.

Rojava di 2012an de jî hebû. Kurd dikarîbûn Rojava wek qelayek Kurdî ava bikin. Lê PKK’ê, li cihê ku Rojava wek parçeyeke Kurdistanê ya azadkirî bibîne, ew weke qadeke qezenceke partîzanî û bo rewakirina li ser wê diplomasiyê bike dît.

PKK li ser Rojava diplomasî bi Ewropayê re, piştgirî ji Îranê û hewl da ku bi Heşda Şebî re hevkarî bike. PKK’ê li Rojava siyaseteke Kurdistanî pêk neanî. Di sînorên xwe yên partîyê de mesele girt dest. Û navê Rojava guhert kir Bakurê Rojhilatê Sûriyê. PKK her rêxistin, kesayet û tevgereke ku nebûyî pêkhateya partiya wê, wek dijmin, xayîn û ajan îlan kir. Bi dehan siyasetmedar û rewşenbîrên Rojavayî yên ku rexne li PKK’ê dixwarin, kuştin, girtin û gelek ji wan mecbûr man Rojava terk bikin.

PKK’ê yekîtiya di navbera Kurdan de red kir û tevî wê yekê, nîfaq xist navbera rêxistin û gelê Kurd de. Remzên Kurdistanî nasnekirin. Alaya Kurdistanê – Ala Rengîn – wek dijmin hat îlan kirin û kesên ku Ala Rengîn hildigirtin, wek xayîn-terorîst hatin pênasekirin.

PKK li Rojava şîara “biratiya gelan” berz kir, lê li hemberî birayên xwe yên Kurd dijminahî kir. Gelek kamp û cihan da rêxistinên çepên Tirk – ku piraniya wan sîxûrin. Petrola Kurdistanê li ser serokên eşîretên Ereb dabeşkir û ji bûdceya HSD’ê pere dan. Îmtiyazên mezin dan Ereban, lê ji Kurdên ku ne ser bi PKK’ê ra ne mafê jiyanê jî ne da. Rojnamegerên Kurd hatin girtin, kanalên televîzyonên Kurdistanî hatin qedexekirin.

PKK’ê, Rojava wek sengerekî ku bikare desthilata Hewlêrê birûxîne dît û bikar anî. Desgehên xwe yên medyayî weke navedekî şerê taybet li dijî Başûrê Kurdistanê bikar anî. Layengirên xwe li gorî aramancên partîya xwe li dijî serwerîya Hewlêrê ajot.

Bi kurtî, PKK’ê rê li ber Rojava girt ku sekinandineke Kurd û Kurdistanî nîşan bide û bibe kelha yekîtîya Kurd.

Niha jî Rojava nikare xwe ji vê rewşê derxîne. Lê eger Rojava li ser berjewendiyên Kurdistanî û yekitiya Kurdan xwe ji nûve ava bike, wê bikare bandorekî erênî li hemû Kurdan bike.

Ger Rojava dixwaze piştgiriya hemû Kurdan bistîne, divê pêşî di nav xwe de ji bo yekîtiya Kurdan têbikoşe.

Divê bi Pêşmergeyên Roj re yên ku zarokên resen ên Rojava ne, bên cem hev. Enîyekî bergirî-neteweyî damezrîne. Divê planên PKK’ê yên weke hevkarî bi Heşda Şehbî re û êrîşên li ser Hewlêrê red bike û bi zelalî nîşan bide ku Rojava ne tenê baregahê PKK’ê ye, belku Rojava navendekî hemû Kurdan ne.

Pustên heman beş