Bi êrîşa ku di 7 ê Çile de li Eşrefiye-Şeyh Maksud dest pê kirî ve, planeke mezin û qirêj li dijî Rojavayê Kurdistanê hate meşandin. Ev plan perçiqandina Kurdan, şikandina rûmeta wan û armanca teslîm girtina wan bû. Yanî, mafê vekişîneke bi rûmet jî nedan Rojava.
Bi awayekî hovane û bêexlaqî êrîşî axa Kurdan, milkê wan, bendav,-petrol û jiyana kirin.
Di matematîka jiyanê de formulek heye: “Hûn tenê dikarin cihê ku ew dixwazin li we bidin xwe biparêzin.” Ji ber ku êrîş li ser hebûna Kurdan e, wê demê parastin dê bi Kurdîtiyê be.
Û bi rastî, di êrîşên li ser Rojava de, Kurdan bi Kurdîtiyê xwe parastin. Kurdan bi hişmendiya Kurdistanê xwe parastin. Kurdan bi ala Kurdistanê xwe parastin. Ev serkeftina herî mezin a Kurdan e. Li hemû welatên Ewropayê, di sermaya Kanadayê de, li Lubnanê, li Surucê, li her çar kinarên Dunya yê, Kurdan bi bilndkirina ala Kurdistanê li ber xwe dan. Eger îro çeteyên girêdayî Ehmed Şara û Şamê nekarîne mîna Şêx Meqsûd bikevin Hesekê û Qamîşloyê û talan bikin, sedema herî mezin ew e ku Kurdan bi hişmendî û sembolên neteweyî yên Kurd li ber xwe dan.
Û ji hemû wêneyan ya herî xweşik ew bû ku ala Kurdistanê li ser singên şervanên Kurd li hatibû daliqandin. Ew ala Kurdistanê bû ku li ser avahiya şaredariyê ya Qamîşloyê, bi srûda millî “Ey Rakip” , ji aliyê şervanên Hesekê ve dihat bilindkirin.
Dibêjin yek mûsîbet ji hezar şîretan çêtir e. Van êrîşan Rojava neçar kiriye ku vegere ser kokên xwe. Ji ber ku, di rastiyê de, piştî 2013 an, Rojava ji nasnameya xwe ya Kurd-Kurdistanî hatibû qutkirin. Bifikirin ku navê Rojava û Kurdistanê di bernameya HSD ê de jî tune bû. Hema bêje peyva Rojava kirin jî wekî xiyanet dihat hesibandin. Kurdî wekî gotara terorîst hate hesibandin. Ala Kurdistanê hati bû qedexekirin.
Di 17 ê Kanûna Pêşîn a 2025 an de, li Girkê Legê, hêzên ewlehiyê yên girêdayî PYD ê û YPG ê bi ava zextkirî êrîşî ala Kurdistanê ya 200 metre dirêj kirin. Gel bi tundî li ber xwe da da ku ala Kurdistanê nekeve xwarê. Roja din, Serok Barzanî daxuyaniyek da û got, “Rojekê ew ê poşman bibin.” Ji wê demê ve, li Amûdê, Qamîşlo û gelek deverên din êrîş li dijî sembolên Kurd hatine kirin. Ciwanên Şoreşger ala Kurdistanê şewitandin, êrîşî wêneyên nemir Mela Mistefa Barzani kirin, û hêzên ewlehiyê êrîşî kesên ku bi ala Kurdistanê dimeşiyan kirin.
Û ew roj hat. Niha, hêzên ku êrîşî wê alê kirin, hewl didin ku bi wê ala pîroz xwe biparêzin. Û hemû Kurd bi wê alê li dora Rojava kom bûne û wan diparêzin.
Alên nenas, wêneyên Ocalan, gotinên ne-kurdî, slogan û hwd… derket holê ku ew hemû tenê karton bûn…