Çima Serok Barzanî gotibû Rojava, “Rojekê hûn wê poşman bibin”?

Di Kanûna 2015 an de, komeke welatparêzan li Girkê Legê kom bûn da ku Roja Ala Kurdistanê pîroz bikin û alayeke Kurdistanê ya 200 metre daliqînin. Wê demê, hêzên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rê li ber çalakiyê girtin, bi zexta avê êrîşî alê kirin. Gel nêzîkî saetekê li ber xwe da da ku ala Kurdistan nekeve xwarê. Roja din, Serok Barzani daxuyaniyek da û got, “Rojekê hûn ê poşman bibin.”
Di Kanûna 2016 an de, vê carê li Amûdê, hêzên ewlehiyê yên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ê êrîşî xelkê Amûdê kirin û ala Kurdistanê şewitandin. Wê demê, Serok Barzani hişyariyek da û got, “Ez dixwazim xelkê Amûdê ji vê yekê piştrast bin: nirxên ku karameta rastîn ê Kurdan temsîl dikin dê bi ser bikevin. Yên ku ala Kurdistanê şewitandin dê tenê bû wan şerm bimîne.”
Û ev her du hişyarî îro rast derketin.
Îro, ku êrîşeke mezin a li ser Rojava tê meşandin de, tenê tiştê ku her kes dikare ji bo parastina Rojava pê bawer be, nirxên rastîn ên Kurd- Kurdistanî ne. Ango hişmendiya Kurd, hişmendiya Kurdistanîbûnê û ala Kurdistanê.
Ger çeteyên girêdayî Ehmet Şara îro li Qamîşlo an Rimelanê rûneniştibin, ev ji ber ku Kurd wekî Kurd li ber xwe didin e. Îro şervanên li Rojava ala Kurdistanê li ser singên xwe hildigirin da ku axa niştiman biparêzin. Dîsa şervanên li Hesekê “Ey Rakip” dixwînin û ala Ala Rengîn bilind dikin. Li Qamîşlo jî heman bi heman rengî bû.
Bi salan, ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê qedexe bû, navê Rojava hema hema bêje qedexe bû, û gotara Kurdî jî qedexe bû. Navê Kurdistanê di bernameya HSD ê de tune bû. Li şûna ala Kurdistanê, wêneyên Ocalan hatin bikaranîn; li şûna xwerêveberiya Kurdan, têgeha bêqîmet a siyasî ya “biratiya gelan” hat bikaranîn; û li şûna meşrûiyeta siyasî, propaganda û hemaset hatin danîn. Lêbelê, rastî bi hewldanên endezyariyê yên wisa xelet-çwet nayê guhertin, û rastî ê dê dîsa li we vegere. Hêzên ser bi Şamê ve û yên ku wan teşwîq dikin, ji ber gotarên we yên ekolojîk, rizgariya zayendî û demokratîk êrîş nekirin. Wan êrîşî nasnameya Rojava kir ji ber ku Rojava Kurd e. Û êrîşek we tûnd kir bû ku şeref û rûmeta Kurdan bişkîne û neçar bibin û xwe teslîm bikin.
Di matematîka jiyanê de formulek heye: Êrîş ji ku derê were, parastin jî divê ji wê derê bê kirin. Êrîş li dijî Kurdîtiyê bû, û bersiv jî bi Kurdîtiyê hate dayîn.
Kurdan rastî dîtin: tiştê ku dê me rizgar bike ne îdeolojî ne, hişmendiya Kurdayetî ye. Ji ber vê yekê wêneyên Ocalan û tiştên bi vî rengî qet di meşan de nehatin rakirin. Ala Kurdistanê li Surucê heya Toronto, li Beyrût heya Almanya û Norwêcê hate bilindkirin.
Kurdan dikarin bi sembol, gotar û nirxên ku rastiya gelê Kurd nîşan didin xwe biparêzin. Di bin sîbera ala Kurdistanê Rojava ber xwe dide û wê bi serkeve. Dîrokê ev yek nîşan daye. Yên ku berevajî vê yekê dibêjin her nûke da winda kirine.