Bi pêvajoya ku li Sûriyê pêş dikeve re, Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê çavên xwe berdane Rojava. Hêviya hemû Kurdan ewe ku yekîtiya di navbera Kurdan de pêk were û bi heyeteke hevpar a muzakereyan biçin Şamê. Heta gelek alî û saziyên Rojava jî, li şûna ku li ser pirsgirêkên kevin gotûbêj bikin, dixwazin kêşeyên rabirdû deynin alîyekê û bala xwe bidin lêgerînên li ser pêşerojê. Di vê mijarê de pêkhateyên PKKê yên li Rojava jî gelek caran bang dikin. Lê belê wan tu carî bi awakî zelal negotin ka ew çi cureyê yekîtiyekê dixwazin. Ji ber ku PKKe hê biryara xwe nedabû.
Lê belê helwesta ku medyaya PKKê di van du rojên dawî de nîşan dide, vê yekê dide xuyakirin: PKKê derbarê Rojava de biryara xwe daye. Li Rojava yekîtiya di navbera Kurdan de naxwaze. Ev yek ji nûçeyeke ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de, ku em dikarin bibêjin medyaya sereke ya PKKê ye, derketiye, tê fêmdikîn.
Ajansa Nûçeyan a Firatê: “Li Hewlêrê civîna hevpar a MÎT, Parastin û ENKS ê”
Medyaya PKKê bi manşeta “Li Hewlêrê civîna hevpar a MÎT, Parastin û ENKSê” nûçeyek belav kir. Di nûçeyê de ku ji 5 rêzan pêk tê, hat gotin ku ev her sê hêz gihîştine hev, ENKS li dijî yekîtiyê ye û hat gotin ku “civîn sê saetan dom kirî yr”. Nûçe bi temamî li ser maseyê PKKê hatiye amadekirin. Û di rastiyê de ev nûçeya kurt û biçûk dikare wek agahdarkirina tevgereke nû ya mezin a PKKê ya fitnekar were dîtin.
Helbet li Hewlêrê civîneke wisa tune ye. Lê civînên PKKê yên bi derdorên siyasî re hem li Brukselê, hem li Enqereyê û hem jî li Kerkûkê hene. Mijareke hevpar a van hemû civînan jî “Rojava” ye. PKK, piştî rewşa dawî, li Rojava di nav lêgerîna “ka ez YPG û PYD ya ku di destê min de mane, bi kê re bihatir bifiroşim” de ye. Rêveberên PKKê yên ku li ser firîna çivîkekê şîrovan dikin, piştî ketina dostên wan yên 40 sala ango Partiya Baas a Sûriyê û Rejîma Esed, hên derneketine û du gotinên biçûk jî negotine. Ji ber ku hesabên wan ên malê ne li gorî hesabên bazarê bûn. PKKe heta berî salekê difikirî ku li Rojhilata Navîn Îran bi ser ketiye û ji ber ku ew jî yek ji wan saziyên ku Îran li herêmê piştgirî dide ye û bi vê qebahetî û serxweşiya xwe ve li ku derê rêxistineke Kurdî ya ji xwe cuda hebûya êrîşî wê dikir.
PKKe difikirî ku Îran û Iraqê PDKê biçûk bikin û cih bidin wê, û li Şamê dê bikaribe çawa bixwaze wisa bike. û bi vê eqilsivîkî yaxwe eqil difirojin dinyayê.
PKKe bi bazarkirina Rojava ve di xwaze binketina xwe qerebû bike
Lê pêvajo wisa neçûn. Îranê hemû kelehên xwe yek bi yek winda kirin. YNK û PKKe jî bi têkçûna Îranê û hilweşîna prosêsa Hilala Şîî re bi hev re têk çûn. Sedema ku PKKe di van deh rojên dawî de li hember têkçûn û derketinên nû yên li Rojhilata Navîn bêdeng ma, ewe ku ew plana xwe ya ji vê rewşa têkçûyî derketinê çêdike. PKKe, statûya ku li Rojhilata Navîn ji Rojava re were dayîn dibîne û hesabê bikaranîna çend derfet û piştgiriyên mayî yên Rojava ji bo veşartina têkçûna xwe dike.
PKKe di rastiyê de wek sê perçeya bû. Bi Mazlûm Ebdî re çav li hêzên Emerîkayê dikir, Ocalan di nav bask û milên Tirkan de bû, Bayik di hembêza Îranê de bû. Lê dîsa jî PKKe gelek piştrast bû ku li Sûriyê Esed û Îran wê bi ser kevin. Dema li qesra Esed jî ala Sûriyê hatibû daxistin, PKKê bi hêviyeke dawî ala rejîmê li Qamişlo ne daxist. Lê niha PKKe ya Îranî têk çû. PKKe ya ku navenda wê Silêmanî ye, ji bo ku xwe ji Îrana ku teng û biçûk dibe rizgar bike, dê xwe bike mîna ku ketibe bin baskên Ocalan an jî Mazlûm Ebdî destnîşan bike.
Li Lozana Şamê de, dê kî Kurdan temsîl bike?
Malpera nûçeyan a PKKê RojNews, ku li Silêmaniyê weşanê dike, rojên borî nivîsek weşand û sernavê “Li Lozana nû ya Şamê dê kî Kurdan temsîl bike?” danî. Gava hê li Şamê hevdîtinek tune ye, balkêş e ku dibêjin dê li Şamê Lozanek derkeve. Dibe ku ji Şamê Sevrek jî derkeve. Lê hûn dizanin ku PKKe ji peymana Severê, ya ku biryara avakirina dewleta Kurdî da bû, hez nake. Ocalan gelek caran pesna Lozanê da û heta got “Ez Lozana Civakî pêşniyar dikim”. Niyeta PKKê ewe ku li masa Lozanê ya ku li Şamê were avakirin de cih bigire. Lê medyaya PKKê di nivîsa xwe de gotiye ku PDKe dê cihê Hesen Xeyrî bigire. Hesen Xeyrî mirovekî ciwan û bê tecrûbe bû, hewl da ku ji xeletiyê vegere, lê hat sêdaredan. Bila em eşkere bêjin, Hesen Xeyrî ji Cemîl Bayik ê ku dibêje “Em pêşiya hilweşîna Îranê digirin” û ji Ocalan ê ku dibêje “Diya min Tirk e, ez xwe weke Kurd nabînim” bi rûmettir e.
PKKe li benda masa Lozanê ye, da ku biryar bide ka dê Rojava di mezadê de bifiroşe kîjan hêzê.
Li Hewlêrê tu civîn kom nebûne lê li Kerkûkê çivîn çêbûn
Fermandarê leşkerî yê Heşdî Şebî Falih Feyyaz dema ev gotar dihat nivîsandin li Kerkûkê bû, Qeys Xezalî yê rêxistina radîkal a Şîî ya Heşdî Şebî jî dîsa li Kerkûkê ye. Rêxistinên Şîî yên Iraqê têkçûna Sûriyê gotûbêj dikin. Û li gorî agahiyên ku me wergirtine, bi PKKe û YNK re jî civîn hatiye lidarxistin. Ji PKKê hatiye pirsîn ka Emerîka bi rêveberiya Rojava re çi gotûbêj kiriye û çi jê xwestiye. Ji bo Rojava herikîna agahiyên rojane hatiye xwestin. Her wiha hatiye ragihandin ku Îran ji bo dem bidestxistinê dixwaze kar bên astengnkirin.
Yanî li Hewlêrê civîn tune ye. Lê li Kerkûkê heye.
Her wiha civîn li Îmraliyê jî tên kirin. Yanî civînên veşartî li cem PKKê ne.
Yên ku yekîtiyê dixwazin divê hişyar bin
Her kes ji bo Rojava yekîtiyê dixwaze. Lê em ê dîroka nêz ji bîr nekin. Me dît ku PKKe ji 2012 an û vir ve çawa lihevkirinên Hewlêr-Duhokê rizand û Rojava ji bo xwe bi kar anî. Niha jî heman pêvajo didome. PKKe, gotara yekîtiyê vir da wir da dizivirîne; hewl dide dem bi dest bixe û têkiliyan çêke. Ji bilî vê armancê, daxwaza yekîtiyê ya PKKê tune ye.