PKK’eya Qendîlê û hevalbendên wê yên Şîe têkçûn, yanî Qendîl têkçû

Hemû hevalbendên PKK’eya Qendîlê yên ku li gor bernameya wê tevdigerin têkçûn, niha divê PKK çi bike?

Rejîma Esed piştî 61 salan di 8 ê Kanûna 2024 an de bi dawî hat. Ev dîroka bi dawîhatinê bi qasî ku qedera Bilad Al-Şam; wek Filistîn, Lubnan, Sûriye û herêmên din – diguherîne, girîng e. heya qedera Tirkiyê û Îranê jî tê guhertin; armancên her du welatan ên ji kaosê sîstemên xwe derxistinê, xeyalên împaratoriyetê û rekabeta dîrokî bi guherîna rejîma Esed re bergeh guhertin.

Niha zû ye ku em bibêjin Tirkiye çi bidest xist yan jî xisar kiriye. Gava pêvajo û mijarên Sûriyê zelal bibin, em ê bikarin pozîsyona Tirkiyê destnîşan bikin.

Lê tiştekî zelal heye: Projeya “Hîlala Şîî” ya Îranê ku di sala 2011an de bi Buhara Ereb re dixwest pêk bîne, têkçûnek giran biserde hat. Îran ne tenê ji bo împaratoriyetê, ji bo mayîna xwe weke dewletekê, hemû hêzên piçûk û mezin ên 20 salên dawî yên hevpeyman, di şerên wekaletî de qurbanî da.

Filistîn û Xazze ji alîyê Îranê ve hatin bikaranîn û qurbanî kirin. Kuştina Haniyeh li Îranê, helwesta lawaz ya Îranê, sirrên kuştina Nasrallah û qezaya Serokê Îranê Ibrahim Reisî divê bi sernişîv çûna Îranê ya sala dawî ve were şîrovekirin. Gelo Îranê hemû hevalbendên xwe ji bo hêrsa dijminên xwe kêmbike, firotin. Ev pir pirr grînge. Di nav Kurdan de jî, Îranê taşeron xwe hebûn û taşaronê herî mezin jî PKK bû.

Bi taybetî bi Bihara Ereb re, Îranê xwest hemû Kurdan bike parçeyekî projeya xwe ya li Rojhilatê Navîn. Çi kes nikare bi hinceta “PKK ê sîyaset kir, serkeftinên diplomatîk nîşan da” rastiya PKK’ê ya wek taşerona Îranê di Hîlala Şîî de veşêre.

Bi hêsanî em dikarin van du tespîta bikin:

Yekem; Hilweşîna rejîma Esed -Baas, dawiya ittîfaqa 40 salî ya PKK’ê bi Esed re û têkçûna hebûna PKK’ê li Rojava ya bi xêra Esed e.

Duyem; Têkçûna projeya Hîlala Şîa, têkçûna ittîfaqa 12 salî ya PKK’ê ya bi Îranê re ye.

PKK’e ev 13 sal in ji bo pêşîgirtina li hilweşîna rejîma Esed bibû mertal.

PKK ji hilweşîna rejîma Esed û têkçûna projeya Hîlala Şîa hêza herî zêde jê aciz bûyî ye. Ji ber ku PKK’ê ji 1980an heta niha hem ji rejîma Îranê hem jî ya Esed sûd wergirtiye.

Ji 1984an ve PKK’ê bi rejîma Esed re li hev kir. Ji Sûriyê her cure alîkarî wergirt bi mercê ku Kurdên Rojava ji komên Kurdan ên radîkal dûr bixe û li hemberî Îxwanî Musilmîn rêk bixe. PKK’e tu carî li Rojava li dijî rejîma binemala Esad têvnegerî.

Heta dawiya dawî, di malên layengirên PKK’ê de wêneyên Ocalan û Hafiz Esed hebûn. Ji ber ku PKK’ê rejîma Esed wek rejîmekî dagirker û kolonyalîst nedidît. Eger beriya midaxileya HTŞ ê li Sûriyê hilbijartinek çêbiba, misoger da Esed li bajarên wek Qamişloyê dengên herî zêde bistan da.

Bihara Erebî ji Kurdan re, bi taybetî ji Rojava re, derîyên mezin vekirin. Rejîma Esed dikarîbû wê demê herifî ba. Lê PKK’ê ji bo rejîm ne herife xwe kir mertal û rejîm li ser linga hişt.  Ji xwe rêveberên PKK’ê yên wek Bahoz Erdal, Cemîl Bayik, Mistefa Qarasû eşkere gotin ku “Eger rejîma Esed heya îro neketiye, ev ji ber piştgiriya me ye”. Ji ber pêwendîyên xwe ên bi rejîmê re navê Rojava jî guhert û kirin “Bakurê Rojhilatê Sûriyê” û nasnameya Kurdî veşartin.

Cemîl Bayık di Tebaxa 2020an de li dijî firoşîna petrolê ya şîrketa Emerîkî li Rojava derket û got “Rejîma Sûriyê dewleteke meşrûye, tu kes nikare petrola wê bêyî xeberê wê bifroşe”.

PKK’e îro dixwaze bi gotinên îdeolojîk ên wek “Sistema netewe-dewletê binket” ji bîra mirovan bibe ku wan çawa rejîma Esed li ser linga hiştî ye.

Hevdem bi şoreşa ku jêre dibêjin “şoreşa Rojava” paş serweriya 12 sala, lê belê, peykerên Hafiz Esed û ala Sûrîyê hêjan li Qamişlo dihejiyan. Peykerê Esed li mezarê wî Lasiqîyê û Şamê ango kelhên rejîmê hatin rûxandin herî dawî li Qamişlo peykerên Esed hat rakirin.

Rejîma Esed herift, hevpeymanên Esed têkçûn û şirîkîya Baas-Esed û PKK’ê jî hilweşîya. Siyaseta PKK’ê a 12 sala ku piştgirîya rejîma Esed dikir jî rûxîya û binket. PKK di geşepêdanên îro yên li Sûriyê û Rojava de hêza binketîye. PKK’e di pêşketin û qezencên Rojava de serkeftî nîne. Ev qezenc ji ber siyaseta dewletên Rojavayî û taybetya Emerîkî bi dest hatine. Eger siyaseta Emerîkayê di herêmê de tuneba, siyaseta PKK’ê da Rojava hemû bo Esed bihişta. Emerîka li dijî bêerk kirina Mezlûm Ebdî deerket û nehişt serweriya bîrên neftê têkeve destê rejîma Esed da û eşîrên Ereban bi pere di nava HSD’ê de hişt. Niha PKK’e ew peymanên stratejîk yên li gel Îranê kirî dixwaze bi geşedanên Rojava ve biveşêre û xwe weke aktorekî serkeftî dest nîşan bike. Lê enîya PKK’e li gel bû hilweşî, siyaseta PKK’ê hilweşî. Bi qetandina wêneyên Apo li Raqqa îdeolojî û siyaseta PKK’ê jî hatîye çirandin.

Sengerê PDK’ê yê siyasî rast bû, yê PKK’ê şaş bû

Serok Barzanî û KDP’ê xwe radestî projeya Hîlala Şîe ya Îranê nekir û ev xetekî rast bû. Serok Barzanî hilweşîna rejîma Esed wek têkçûna qelayek kolonyalîstan dît û li gorî vê helwestê tevgerî. Ji ber vê yekê, Hewlêr ji aliyê Îranê ve bi mûşkan hate lêdan. Heşda Şebî Hewlêr bi dagirkirinê tehdît kir.

Îran di Bihara Erebî de PKK’ê wek amûrek bi kar anî da ku deskeftên Kurdên Başûr û KDP’ê teslîm bigire . PKK li Kurdistana Başûr bû parçeyeke milîsên Îranê yên ser bi Heşda Şebî.

Îran tifaqa YNK-PKK’ê çêkir û PKK wek pêkhatekî Heşda Şebî li Silêmaniyê, Germiyan û Şengalê bicih kir. PKK’ê arma û çekên Heşda Şabî danî ser mile ciwanên Şengalê.

Belê di encamp de Esed têk çû, Heşda Şebî têk çû, yanî siyaseta PKK’ê ya bûne kirêgirtîyê Îranê li Başûr têk çû.

Ev yek hemû pêvajoyeke nû pêşberî me dike. Ketina Şamê, têkçûna siyaseta PKK’ê ya 13 salî ya bi Îran û Esed re ye. Hilweşîna siyaseta mil bi mile Îran-Esed re ye. Têkçûna Şamê, têkçûna siyaseta Qendîlê ye.

Divê di pêvajoya pêşîya me de sekinandina PKK’ê were dîtin û derfet neyê dayîn ku PKK’e destkeftên Rojava ji xwe re bike derîyê rant û bazirganîya siyasî. Dive rê li ber van plan û projeyên PKK’ê bê girtin.

Pustên heman beş