Meral Akşener: Heta 1ê Îlona 2026an em ê hemû penaberan bişînin

Meral Akşener: Heta 1ê Îlona 2026an em ê hemû penaberan bişînin

Li Tirkiyê kêşeya penaberan, ligel nêzîkbûna hilbijartinan ji aliyê partiyên siyasî ve zêdetir tê axaftin. Duh sêşemê Partiya IYI bernameya xwe ya paşve vegerandina penaberan bi raya giştî re parve kir.

Seroka Partiya IYI Meral Akşener, ji bo paşve şandina penaberan dem jî diyar kir û got, “heta 1ê Îlona sala 2026an emê hemû penaberên Sûrî vegerînin welatê wan”.

Akşener îdia kir ku li Tirkiyê herî kêm, 8 milyon penaber hene û Tirkiye bûye “embara” penaberan. Seroka Partiya IYI li ser vê yekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tawanbar kir û got, ji bo çareseriya vê kêşeyê, diyaloga bi Beşar Esed re şert e.

Akşener di sala 2016an de ji partiya netewperest MHPê veqetiyabû. Piştre partiyek nêzî nêrîna MHPê, Partiya IYI damezrand.

Serê hefteyê jî Akşener bi gotinên xwe yên wek “Heger li cihekê HDP hebe em li wê derê nînin” hatibû rojevê.

Pustên heman beş