Partiya Karkeran birayê serkirdeyekî YNKê desteser kiriye

Partiya Karkeran birayê serkirdeyekî YNKê desteser kiriye

Hêzên çekdar ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi maske, birayê serkirdeyekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) girt û piştî hewldaneke zêde ew serbest berdan.

Li gor zanyariyan di çend rojên borî de birayê cîgirê berpirsê navenda YNKê li Ranya Qadir Wetman bi karê xwe çûye herêmê. Li xaleke kontrolê çekdarên PKKê birayê Qadir Wetman bi maske rawestandine û desteser kirine.

Piştî dîtina wêneyê Qadir Watman di mobayla wî de, hêzên PKKê birayê wî berpirsê YNKê desteserkirine û piştî pêwendiya bi berpirsên xwe re kirine, lêkolîneke berfireh li gel wî kirine.

Piştî ku Qadir Watman zanî ku birayê wî ji aliyê PKKê ve hatiye girtin, wan di nava YNKê de gelek fişar kirine daku razî bin bo azad kirina birayê wî.

Ji bilî xelkê, piraniya kadroyên YNKê jî ditirsin serdana wan navçeyên ku PKK lê heye bikin, ji ber ku xalên kontrolê yên PKKê mobaylan û hemû tiştên xelkê kontrol dikin.

Pustên heman beş