Li Tirkiyê zêdetir ji 10,000 malbatan nikarin zarokên xwe xwedî bikin

Li Tirkiyê zêdetir ji 10,000 malbatan nikarin zarokên xwe xwedî bikin

Li gor amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê, zêdetir ji 10 hezar malbatan nikarin zarokên xwe xwedî bikin û fatureyên xwe yên elektrîk û gaze jî  bi alîkariyan tên dayîn .

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, zêdebûna rêjeya enflasyonê, hejarî zêdetir kiriye û zêdeyî 10 hezar malbat bi bêy wergirtina alîkariyê, nikarin faturayên xwe yên elektrîk û gazê bidin.

Li gor amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiye, yên di navbera Çile û Hezîrana 2022ê de ,16 hezar û 424 malbat di xaniyên ne guncaw da  dijîn.

Herwiha 10 hezar û 498 malbat nikarin zarokên xwe xwedî bikin û 2 milyon û 345 malbat jî nikarin faturayên xwe ya elektrîkê bidin. 330 hezar û 804 malbat jî nikarin faturaya xwe ya gaze bidin, ku ji bo van faturayan alîkarî werdigrin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di encama polîtîkayên nû yên desthilatê roj bi roj rêjeya enflasyonê zêde dibe û ev yek jî bandoreke nerênî li ser jiyana xelkê dike.

Her çiqas Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê di çarçoveya “Rûbirûbûna Hejariyê” de, bo hejmareke welatiyan alîkariyê dide, lê hejariya heyî ewqasî zêde bûye ku ew alîkarî têrê nakin û bi destpêkirina dibistanan jî rewşa malbatan zelaltir hatiye xuyakirin.

Pustên heman beş