Dije Terora Kurdistanê agahî derbarê êrîşa Şingalê dan

sinjar-shingal-pkk-turkey-drone-ybse-bomb-attack-1 (2)

Balafirên dewleta Tirkiyê îro du otomobîlên yekîneyên berxwedana Şengalê (YBŞê) yên grêdayî rêxistina PKKê li Şengalê hedef girtin. 2 çekdarên YBŞê hatine kuştin.

Îro roja yekşemî 11\9\2022ê balafirên dewleta Tirkiyê di êrîşeke asmanî de, du otomobîlên leşkerî yên YBŞê li Şengalê kirin armanc. Êrîş li gundê Hireva yê girêdayî Xanesûra Şengalê li nêzî baregeheke artêşa Îraqê pêkhatîye.

Derbarê êrîşê, Dije Terora Kurdistanê daxuyanî da û ragihand ku di êrîşa Şingalê de, 2 çekdarên PKKê hatine kuştin û yêk birîndar ketiye, ev yêk li demekê ye agahiyên destpêkê amaje kirbûn ku di êrîşê de 4 çekdar hatine kuştin.

Medyaya PKKê jî belav kir, artêşa Tirkiyê bi rêya firokeyeke bêfirokvan otomobîleke çekdarên YBŞê kiriye armanc.

Pustên heman beş