Di navbera nûnertiya PYD û PKKê ya Silêmaniyê de pirsgirêkeke mezin derketiye

Di navbera nûnertiya PYD û PKKê ya Silêmaniyê de pirsgirêkeke mezin derketiye

Hejmarek mezin ji karmend û berpirsên nûneratiya Silêmaniyê ya ser bi PKKê ve gefa îstîfayê kirin û daxwaz ji PKKê kirin ku dest ji kar û barên xwe berde. Rayedarekî YNKê li ser vê yekê agahiyan dide.

Li gor zanyariyên BasNewsê, di navbera nûneratiya Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê û berpirsên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Qendîlê de nakokî derketiye ku PKK li Silêmaniyê çi dike. Zext gihiştiye wê astê ku PKKê ji hemû nûnerên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê yên Silêmaniyê re gotiye ku ew li vir nûnertiya PKKê dikin.

BasNews zanî, YNK jî nîgeran e ku nûneratiya PYDê û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê ji aliyê PKKê ve tê bikaranîn û PKK jî bi navê wê nûnertiyê çalakiyên cuda dike. Ji ber vê yekê YNK tercîh dike ku rêveberiya Rojava ne weke niha ye, destûra fermî ji Wezareta Navxwe werbigire.

Di vê derbarê de Cîgirê Berpirsê Mekteba Koye ya Buroya Rêxistinî ya YNKê Aso Kakaraş ji BasNewsê re got: “Min serdana rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê kir û bi eşkere ji wan pirsî ka ew nûneratiya gelê Rojavayê Kurdistanê ne yan nûneratiya PKKê dikin. rewşa Rojavayê Kurdistanê têk bibe.Tişta ku ez behs dikim metna daxuyaniyên rayedarên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya Silêmaniyê ye.”

Herwiha Aso Karakaş: “Rêveberiya Rojava ji min re got, em ne nûnerên PKKê ne, em nûnerên Rojavayê Kurdistanê û PYDê ne, ne PKKê bi vî rengî destwerdana karûbarên me bike, min ji wan re got, tenê hest e, lê ne wisa ye. Ji bo YNK û hikûmetê pirsgirêkan çêdikin, hûn nafikirin ku Kurdistan di paşerojê de nikaribe alîkariya we bike, rêzê li Başûrê Kurdistanê bigirin, ji ber ku eger ev ezmûn bikeve metirsiyê, hûn nikarin tê de bijîn.”

Di berdewamiyê jî de Aso Karakaş: “Eger çalakiyên PKK di nava baregeha nûneratiya Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê de bên kirin, tiştekî xirab e, diviyabû PKKê destûrnameyek fermî ji Wezareta Navxwe bigirta. Pirsgirêka PKKê ne li Herêma Kurdistanê ye, ne li Rojava ye û Rojhilatê Kurdistanê, lê bi hikûmeta Tirkiyê re, YNKê berdêlên giran dan bo helwestên xwe.’’

Pustên heman beş