Li sînorê Azerbaycan û Ermenîstanê şer destpê kir

Li sînorê Azerbaycan û Ermenîstanê şer destpê kir

Hat ragehandin li sînorê Azerbaycan û Ermenîstanê şer di navbera hêzên leşkerî yên herdu dewletan de destpê kiriye. Herdu alî jî hevdu tewanbar dikin.

Îro 13.09.2022yê Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragehand, di encama zêdegavî û tehrîkên Ermenîstanê de li sînor şer destpê kiriye. Wezareta Berevaniya Azerbaycanê derbarê îdayên ku cîhên sivîl û jêrxana Ermenîstanê kirine armanc jî red kir.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan jî li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyekî telefonî pêkanî.

Li sînorê Azerbaycan û Ermenîstanê di navbera hêzên leşkerî yên herdu welatan de pevçûnên tund derketin û tê gotin piştî şerê duyem ê Karabaxê ev şer di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de şerê herî mezin e.

Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragehand, artêşa Ermenîstanê duh bi şev ber bi navçeyên Daşkesen, Kelbejêr û Laçînê ve hewldanên provakatîf ango tehrîkê pêkanîne.

Wezareta Berevaniya Azerbaycanê got, hêzên çekdarên Ermenîstanê bi hin gruban ve di navbera çeperên artêşa Azerbaycanê de mîn danîne û dema yekîneyên Azerbaycanê jî hewl daye pêşî li wan bigre pevçûn destpê kirine.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan, li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyekî telefonî pêkanî.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Ermenîstanê Paşînyan li gel herdu serokan bi telefonê rewşa pevçûnên dawî gotûbêj kiriye û derbarê rewşê de jî nîgeraniyên xwe aniye ziman. Serokomarê Fransayê Macron jî ragehandiye, nabe tengezarî zêde bibe û divê rewş bê aram kirin.

Herwaha çapemeniya Ermenîstanê jî ragehand, Paşînyan bi şev Konseya Ewlehiyê li avahiya hikûmetê kom kiriye û civînek pêkanîne.

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken jî ragehand: ‘’Amerîka, li hember cîhên sivîl û êrîşên li ser jêrxana Ermenîstanê pêktên jî di nav de, ji wan nûçeyên pevçûnên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê nîgeran û bifikar e. Wek demekî dirêje em dibêjin çareserî bi rêya leşkeri nabe. Em bang dikin divê her cure pevçûnên leşkerî dawî bibe.’’

Pustên heman beş