Êrişa nîjadperesta li Aydinê: “ji rojhilatin, nikarin bikevin gund”

Êrişa nîjadperesta li Aydinê:"ji rojhilatin, nikarn bikevin gund"

Cengîz Turkanê ji Îdirê li gundê Arpadereyê navçeya Încîrlîovayê Aydinê xaniyek kirî. Cengîz Turkanê ku ji bo dîtina mala ku kirî bi malbata xwe re çû gundê Arpadereyê, pêşî ji aliyê gundiyan ve rastî gefan hat û piştre jî rastî êrîşê hat.

Li gor nûçeya ajansa “Bianet”; di êrîşa ku bi dar, hesin û çekan hat kirin de jin û zarok jî di nav de 4 kes bi tundî hatin derbkirin. Ji malbata ku rastî êrişê hatiye Semra Turkan li ser bernameya piştgirya jinan (KADES) li polîs û cendirmeyan alîkarî xwestiye lê tu tîmên alîkariyê nehatine cihê êrişê.

Malbatên ku êrîş li wan hat kirin serpêhatiyên xwe ji ajansa Mezopotamyayê re vegotin.

“Ev rojhilatî ne, nikarin bikevin gund”

Emrah Çakmazê ku ji serê xwe û gelek cihên laşê xwe bi giranî birîndar bû derbarê êrîşê de wiha got: “Berî niha li îzmîrê rûdiniştim. Ev 2 sale li navçeya Efelerê dijîm. Di înşeatan de dixebitim. Zavayê me Cengîz Turkan ji gundê Arpadereya navçeya Încîrlîovayê xaniyek kirî. Me xanî ji polîsek teqawîtbûyî kirî û bi polîs re em çûn ku xanî bibînin. Dema ku gundî em dîtin birayê min gazî kirin û li qehwexaneya gund jê re gotin ku ‘hûn çima hatin vir’. Ji bo ku malê bibînin em jî çûn ber xanî. Xanî 2 qatî bû û tapûya wê jî ya mûşterek bû. Me qata yekem kirî. Birayê xwediyê li qata jor dijiya li qata yekem di kirê de rûdinişt. Birayê xwediyê malê ji polîsê teqawîtbûyî re got, ‘te çima ev xanî firot, tu xanî bifroşî vana ev nikarin bikevin nava gund’. Polîs jî ji wan re wiha got, ‘kacar derî vekin bila xwediyê nû xanî bibîne.’ dema polîs wisa got xwediyê xaniyê yê din bi destê xwe îşareta çekê kir û da ber enya polîs.”

“Wan rêya me girtin”

Çakmaz, anî ziman ku piştî ew ji malê derketin ew çûn qehwexaneya gund û anî ziman ku li vir jî ji aliyê gundiyan ve hatine tehdîtkirin. Çakmaz anî ziman ku dema ber bi Efelerê ve çûn gundiyan rêya wan qut kir û wiha got: “bi daran û hesinan hatin. Hê ku tiştek negotin yekî bi hesin li destê min, yekî din bi daran li serê min xist. Dema ku min serê xwe rakir min dît ku li birayê min dixin. Pişt re tiraktorek din ji pişt me ve hat û tê de jin û mêr hebûn. Jinekê êrişî min kir, kirasê min qetand û got, ‘van neşînin cihekê, bila li vir bin, gundî di rê de û tên.’ min got ku ‘xwîn ji min diçe, ezê bimirim.’ gundîyan ev yek piştguh kirin. Yekê kevrek avête min, kevir li stuyê min ket.”

“Wan fikirîn ku ew mirîye û reviyane”

Çakmaz, anî ziman ku telefonî zavayê xwe Cengîz Turkan kiriye û alîkarî xwestiye û wiha got: “Cengîz ji bo ku min bigehîne nexweşxaneyê ez revandim. Dema ku em bi erebeyê diçûn nexweşxaneyê min dît ku gelek gundî bi erebeyên xwe dihatin. Di wê kêliyê de ez li cendirmeyan geriyam û min alîkarî xwest. Cendirme ji min re got ‘here nexweşxaneyê rapora derpkirinê bistîne pişt re jî hemûyan gilî bike û telefon li ser min girt. Dema ku em gihaştin nexweşxaneyê bavê min li min geriya û min jê re wiha got: ‘rewşa me hemûyan nebaşe. Rewşa birayê min Hasan nebaşe, serê wî şikandin. Gule berdan piyê dayika min. Ji bo ku xwe xelas bikim ez ber bi daristanê ve reviyam. Dibe ku dayik û birayê min miribin jî.’ dema ku malbata min li cihê bûyerê ji ser hişê xwe ve diçin gundî dibêjin qey mirine û ji wir direvin diçin.”

Pustên heman beş