PKKê mirina van 3 ciwanan jî veşartî ye

PKKê mirina van 3 ciwanan jî veşartî ye

Rêxistina PKKê, nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir yên ku beriya 2 mehan di Berxwedana xwe ya Saxte de feda kirîn û ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, weke hertim duh roja çarşemî 14\9\2022ê jî, nasnameya 3 Gerîlayên xwe eşkere kir yên ku li 27 tîrmeha îsal 2022ê li sînorê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û paş derbasbûna 50 rojan ji nû ve mirina wan ragihand.

Rêxistina PKKê, her roj wêneyên komên zarok, keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, yên ku di salên berê de di berxwedana xwe ya saxte û bê êncam de li Bakur û Başûrê Kurdistanê, feda kirîn.

PKKe mirina zarokên Kurdan vedşêre û bi hezaran keç û ciwan mane ku hêjan malbatên wan tu agahî derbarê wan negirtine, ji ber ku rêxistinê mirina wan îlan nekiriye.

PKKê zarokên Kurdan weke sotemeniya berxwedana xwe ya saxte dibîne, wan direvîne û bi darê zorê kêşî çiya dike piştre berê wan dide mirinê û di mirinê jî de wan bê wate dike û mirina wan vedşêre.

Pustên heman beş