Nêçîrvan Barzanî geheşt Brîtanyayê

Nêçîrvan Barzanî geheşt Brîtanyayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi armanca beşdarbûna li merasîma xatir xwestina Şahjin a Brîtanyayê Elizabeth a Duyem geheşte paytexta Brîtanyayê Londonê.

Li gor daxuyaniya fermî ya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehandiye:

Îro yekşemê 18.09.2022ê, Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwandina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê ji bo beşdariya li merasima xatir xwestina Şahbanûya Elizabeth a Duyem gihîşte Londona paytexta Brîtanyayê.

Di vê serdanê da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Serok û rêberên din yên cîhanê beşdarî merasîma xatir xwestina Şahbanûya rehmetî ya Şahnişîna Yekgitiya Brîtanyayê da bike û di nava du rojên merasîmê da dê di hemû panel û semînarên vê munasebetê da amade bibe.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

18/9/2022

Pustên heman beş