Li Şirnexê 14 kes bi hinceta PKKê hatin destserkirin

Şırnak pkk

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê 14 welatî bi hinceta “endamtî û propgandeya rêxistina PKKê” hatin destserkirin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê îro 20ê Îlona 2022ê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê bi hinceta “endamtî û propgandeya rêxistina PKKê” ji bo destserkirina 15 kesan dest bi operasyonekê kirin.

Di encama operasyonê de 14 welatî hatin destserkirin.

Hat ragihandin kesên destserkirî ji bo karûbarên îfadeyê bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Şirnexê hatine birin û karûbarên wan ên îfadeyê berdewam dikin.

Li aliyê din karûbarên ji bo destserkirina kesê din jî berdewam in.

Pustên heman beş