ENKSê derbarê kuştina Jîna Emînî de daxuyaniyek belav kir

ENKSê derbarê kuştina Jîna Emînî de daxuyaniyek belav kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê derbarê kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, Emîndariya Giştî ya ENKSê dibêje ku ew bi tundî vê “tawana kirêt” û “serkutkirina xwepêşanderan” ji aliyê desthilatên Îranê ve şermezar dikin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê herwiha dibêje ku rejîma Îranê bi vê kiryarê, “tawaneke nû li dîroka xwe ya reş di wearê mafên mirovan de” zêde kiriye.

ENKS daxwaz li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî û hiqûqî dike ku van tawanan şermezar bikin û sînorekî ji van binpêkirinên kirêt ên li dijî mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî danin.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Pustên heman beş