Hikûmeta Sûriyê serdana Perinçek paş xist

Hikûmeta Sûriyê serdana Perinçek paş xist Serokê Partiya Vatan a Tirkiyê Dogu Perinçek ragihand ku hikûmeta Sûriyê serdana wî û şanda partiya wî bo Sûriyê paş xistiye. Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek 21ê Îlona 2022ê li ser kanaleke televîzyonê ku xwediyê wê ye ragihand ku serdana şanda partiya wî ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye paşxistin. Dogu Perinçek got: “Gotin em li gor plana Beşar Esad demekê serdanê paş bixin. Li ser daxwaza wan serdana me hat paşxistin. Lê ez tiştekî din bêjim. Wek çawa di peywendiyên Tirkiye-Rûsyayê de bû di peywendiya Partiya Vatan û Sûriyê de jî çend midaxeleyên baskê Amerîkî yê hikûmeta Tayyip Erdogan çêbûn”. Ew demeke di asteke bilind de li Tirkiyê behsa asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê tê kirin û dihat çaverêkirin ku serdana Serokê Partiya Vatan û şanda pê re bo Sûriyê di wê çarçoveyê de be.

Serokê Partiya Vatan a Tirkiyê Dogu Perinçek ragihand ku hikûmeta Sûriyê serdana wî û şanda partiya wî bo Sûriyê paş xistiye.

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek 21ê Îlona 2022ê li ser kanaleke televîzyonê ku xwediyê wê ye ragihand ku serdana şanda partiya wî ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye paşxistin.

Dogu Perinçek got: “Gotin em li gor plana Beşar Esad demekê serdanê paş bixin. Li ser daxwaza wan serdana me hat paşxistin. Lê ez tiştekî din bêjim. Wek çawa di peywendiyên Tirkiye-Rûsyayê de bû di peywendiya Partiya Vatan û Sûriyê de jî çend midaxeleyên baskê Amerîkî yê hikûmeta Tayyip Erdogan çêbûn”.

Ew demeke di asteke bilind de li Tirkiyê behsa asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê tê kirin û dihat çaverêkirin ku serdana Serokê Partiya Vatan û şanda pê re bo Sûriyê di wê çarçoveyê de be.

Pustên heman beş