Koma çete ya bi navê Ciwanên Şoreşger vê carê Bêrîvan a 15 salî revandin

Koma çete ya bi navê Ciwanên Şoreşger vê carê Bêrîvan a 15 salî revandin

Rêxistina ciwanana girêdayî PKK’ê ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 15 salîya ji taxa Şêxmeqsûda Helebê revand.

Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemeda 15 salî di 21’ê Tîrmehê de hatiye revandin û ji bo leşkerîya neçarî hatiye birin.

Hate hînbûn ku Bêrîvana di sala 2007’an de ji dayik bûye, bi eslê xwe ji Efrînêye û tevî malbata xwe koçî taxa Şêxmeqsûd kiriye.

Hat ragihandin ku keça ciwan li taxa navborî li ber terzîxaneyekê hatiye revandin. Malbata Bêrîvanê bang li HSDê kir û xwest keça wan bê berdan.

Li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdên Helebê ku weke taxên kurdan tên naskirin, û her du tax di bin kontrola hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne, derdora 200 hezar kurd dijîn.

Piştî ku Efrîn ji aliyê hêzên çekdarên Tirkiyê û Artêşa Niştîmaniya Sûriyê (SMO) ve hat dagîrkirin, gelek welatiyên Efrînê koçberî van taxên Helebê bûn. Mirovên ku piraniya wan erd û malên xwe ji dest dane, di nava xizaniyê de dijîn. Ciwanên Şoreşger bi xapandina zarokên ku ji ber şert û mercên jiyanê rewşa wana derûnî têk çûye, weke çekdar bikartîne, yanjî wan direvîne.

Tevî ku QSD’ê di sala 2019’an de bi neteweyên yekbûîy (NY) re peyman îmze kir ku leşkerkirina zarokan bi dawî bike, lê revandina zarokan heya niha berdewam dike.

Pustên heman beş