Blinken: Divê gefên atomî yên Rûsyayê rawestin

Blinken: Divê gefên atomî yên Rûsyayê rawestin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, divê demildest gefên atomî yên bêwate yên Rûsyayê rawestin.

Antony Blinken li Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de ragihand: “Helwesta me derbarê Ukraynayê de zelal e, divê demildest gefên atomî yên bêwate yên Rûsyayê rawestin.”

Blinken li ser encamdana rapirsiyê li Ukraynayê hişyarî da cîhanê û got: “Divê rapirsiya sexte li ser axa Ukraynayê were redkirin û ti welatek nikare bi zorê sînorê welatekî din biguherîne.”

Beriya niha jî rayedarekî payebilind li Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû, alîkariyên serbazî yên ji bo Ukraynayê ji aliyê Amerîka, 18 welatên din ên Ewrûpayê hatine dabînkirin.

Pustên heman beş