Di êrîşa Şingalê de armanca balafirên Tirkiyê kî bû?

Di êrîşa Şingalê de armanca balafirên Tirkiyê kî bû? balafireke şer a Tirkiyê baregeha çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê bombebaran kir û çekdarekî wan yê bi navê Serhed birîndar bû. Duh piştî nîvro 23ê Îlona 2022yan, balafirên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê kire armanc, di encamê de, çekdarekî Bakurê Kurdistanê yê bi navê Serhed birîndar bûye. Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin li baregehê ketiye, lê heta niha ji aliyê YBŞê ve derbarê ziyanên canî û maddî de ti zanyarî nehatine belavkirin. Ev ne cara yekem e ku firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatiye armanckirin.

balafireke şer a Tirkiyê baregeha çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê bombebaran kir û çekdarekî wan yê bi navê Serhed birîndar bû.

Duh piştî nîvro 23ê Îlona 2022yan, balafirên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê kire armanc, di encamê de, çekdarekî Bakurê Kurdistanê yê bi navê Serhed birîndar bûye.

Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin li baregehê ketiye, lê heta niha ji aliyê YBŞê ve derbarê ziyanên canî û maddî de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev ne cara yekem e ku firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatiye armanckirin.

Pustên heman beş