Ermenistanê 2 PKKyî radestî Tirkiyê kirin

Ermenistanê 2 PKKyî radestî Tirkiyê kirin Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê ragihand ku endamên wan ên bi navên Atilla Çîçek û Huseyîn Yildirim îro ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin. Ajansa Anadoluyê ragihand ku Îstixbarata Tirkiyê (MIT) gerîlayên HPGê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim li ser sînor di operasyonekê de girtine û anîne Tirkiyê. Hat ragihandin ku Atîlla Çîçek ê bi nasnav"Leheng" û Huseyîn Yildirim ê bi nasnav"Elîşêr" di lîsteya bultena sor de bûne. Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê diyar kir ku Çîçek û Yildirim ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin. HPGê got, “Di Tebaxa 2021an de hevalên me Leheng û Elîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê hatine desteserkirin Derbarê wan doz hatine vekirin, di 23ê Sibata 2022an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê derbarê wan biryara berdanê daye. Li gorî HPGê piştî ku hatîne berdan, “Leheng û Elîşêr” ji alyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin û bo dewleta Tirk hatine radestkirin.

Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê ragihand ku endamên wan ên bi navên Atilla Çîçek û Huseyîn Yildirim îro ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin.

Ajansa Anadoluyê ragihand ku Îstixbarata Tirkiyê (MIT) gerîlayên HPGê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim li ser sînor di operasyonekê de girtine û anîne Tirkiyê.

Hat ragihandin ku Atîlla Çîçek ê bi nasnav “Leheng” û Huseyîn Yildirim ê bi nasnav “Elîşêr” di lîsteya bultena sor de bûne.

Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê diyar kir ku Çîçek û Yildirim ji aliyê Ermenistanê ve radestî Tirkiyê hatine kirin.

HPGê got, “Di Tebaxa 2021an de hevalên me Leheng û Elîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê hatine desteserkirin Derbarê wan doz hatine vekirin, di 23ê Sibata 2022an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê derbarê wan biryara berdanê daye.

Li gorî HPGê piştî ku hatîne berdan, “Leheng û Elîşêr” ji alyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin û bo dewleta Tirk hatine radestkirin.

Pustên heman beş