Bi amadebûna Mesrûr Barzanî kevirê binyatê yê çend projeyan li Zaxo tê danîn

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî kevirê binyatê yê çend projeyan li Zaxo tê danîn

Îro 27.09.2022yê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma danîna xîm û berê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê li sînorê îdareya Serbixwe ya Zaxo bi 26 milyar û nîv dînaran destpê kir û Serokê Hikûmetê jî gotarek pêşkeş kir.

Di gotara xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, ji ber careke din serdana deverê kiriye bextewere ku dê li Zaxoka Delal berê bingehîn ê hin projeyên nû dayne û salvegera yekem a bûna Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li hemû aliyekî pîroz kir û got, hêvîdarim berpirsên îdareyê di xizmet kirinê de berdewam bin.

Mesrûr Barzanî got: Di dema borî de gelek proje di warên rê û sektora perwerde, tenduristî û sektora geştyariyê de hatine encamdan. Lê mixabin ew xizmetên layîqî xelkê Zaxo bûn heta naha nehatibûn kirin. Pêwîste xizmeta xelkê me bê kirin û tişta ku em bikarin bikin ji bo baş kirina jiyana xelkê Zaxo û awayê bajarvaniyyê li Zaxo em bêxemiyê nakin û înşala emê berdewam bin.

Serokê Hikûmetê ragehand, dê hin proje bikevin warê cîhbicîh kirinê û hin proje jî hene dê paşerojê de bên encamdan, ku ew jî bicîhanîna şeqama 60 metrî ya Zaxo, nexwaşxaneya qeza Batîfa û navçeya pîşesaziya Zaxo ku hemû dê bibin derfet. Hem derfeta kar ji bo xelkê Zaxoyê dê ava bike, hem jî dê alîkarbin ji bo pêşxistina warê aborî. Ji ber wê jî tenê ne li Zaxo, dê li hemû Kurdistanê jî ew xizmet berdewam bin.

Barzanî got, Zaxo ji bo me giringe, devera Zaxo bi awayekî giştî deverekî giringe. Gelek qurban ji bo parastina Herêma Kurdistanê daye. Ew tevgerên şoreşî yên li Kurdistanê li dû hev hatine kirin li vê deverê û ji ber wê jî vê deverê gelek qurban dane. Ez naha li vê derê bav û kesûkarên gelek şehîdan dibînim. Naha vê derê rawestane û amade ne. Ez bi rêzdarî serê xwe li ber wan diçemînim. Hêvîdarim xwedê temenekî dirêj bide wan û piştevanbin bo îdareya xwe ku îdareya serbixwe ya Zaxo jî di xizmeta we de be.

Serokê Hikûmetê diyar kir, xelkekî zêde heye li Zaxo xwedî şehîd e û zehmetiyên mezin kêşane. Wekî piraniya navçeyên din ên Kurdistanê û wan jî bêxemî nekirine di pêşxistina destkeftên Kurdistanê de. Her xizmetekî ji bo vê deverê bê kirin mafê wan e û layîq in û pêwîste roj bi roj qasî ku em bikarin divê devera Zaxo pêş bixin.

Pustên heman beş