Droneke Tirkiyê otomobîlek li Girkê Legê bombebaran kir

Droneke Tirkiyê otomobîlek li Girkê Legê bombebaran kir

Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Çavkaniyên xwecihî ragihand, droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî gundê Til Cuman yê ser bi Girkê Legê ve bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan, sê kesan di otomobîla hatiye armanckirin de jiyana xwe ji dest daye, lê heya niha nasnama wan nehatiye diyarkirin ka sivîlin yanjî çekdarên PKK’ê ne.

Pustên heman beş