kesên ji ber Ala Kurdistanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan

her 5 kesên ku li Amedê ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi merc serbest hatin berdan.

Pêr di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kiribû, hin alîgirên Amedsporê bi bilindkirina Ala Kurdistanê û bi gotina “Bijî Kurdistan” piştgirî dan tîma xwe.

Ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji ber hin ciwanên alîgirên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ku di lîstika Amedspor – Bursasporê de ala Kurdistanê bilind kirbûn, lêpirsîn hatibû destpêkirin.

6 ciwan jî duh danê sibê li Amedê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin.

Ciwanên ku şeva xwe di girtîgehê de derbas kirin, bi mercê qedexeya derketina derve û kontrola edlî, îro derketin dadgehê û hatin berdan.

Pustên heman beş