Xwepêşandanên girseyî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Tehranê berdewam dikin

Xwepêşandanên girseyî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Tehranê berdewam dikin

Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê yek ji fermandarê payebilindê supayê pasdarên Îranê yê bi navê Muhsin Dlwend ji aliyê ciwanên kurd ve hate kuştin.

Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, şeva borî xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî rejîma tehranê berdewam kirin.

Li rojhilatê kurdistanê gelê Sine di şeva 12’an de daketin qadan û bi drûşmeyên li dijî Rejîma Îslamîya Tehranê daxwaza azadî û wekheviyê kirin.

Li bajarê Serdeştêyê parêzgeha Urmiyêya Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşander careke din daketin qadan û nerazîbûna xwe li hember siyasetên zordarên rejîma Îranê nîşan dan. Li gorî agahiyan, fermandeyekî payebilindê supayê pasdarên Îranê bi navê Muhsen Dalwend ku berpirsê parastina zanyariyên Dezgeha Îstixbarata Pasdaran bû, li Serdeştê ji aliyê ciwanên kurd ve hat kuştin. Muhsen Dalwend roleke mezin di tepeserkirina xwepêşandanên Serdeştê de hebû.

Li Merîwanê jî xwepêşanderan baroya “Şîva Qasmîpûr” ku yek ji parlementerên civata îslamî ya Îranê ye şewitand, ev parlementer li dijî xwepêşandanên girseyî bû.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan yên taybet bi Rojhilatê Kurdistanê ve, Hikûmeta leşkerî li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê desthilatdare û rejîma Îranê jî hêzên gran ji bo tepeserkirina xwepêşandanên van bajaran bi cih kiriye. Li gorî agahiyan, ev rewş li bajarê Şinoyê parêzgeha Urmiyê gelekî berçave.

Piştî ku îro pasdarên Îranê bi mûşek û firokeyên bê firokevan êrişî baregehên Partiyên Siyasîyên Rojhilatê Kurdistanê kirin, tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de xwepêşandan û nerazîbûn li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bibin. Serokê Hizba Demokrat Mistefa Hicrî bang li xelkê kir ku hêrsa xwe li dijî Komara Îslamîya Îranê li kolanên rojhilat nîşan bidin.

Hêjayî gotinêye ku rejîma Îranê bi armanca tepeserkirina xwepêşandanan dest bi girtina xelkê kiriye û li gor amarên rêxistina mafê mirovan a Hengaw, tenê li bajarê Urmiyê 11 hemwelatî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine girtin.

Li gorî nûçeya Hengaw, bi dehan keç û jinên kurd li bajarên rojhilatê Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve hatine girtin.”

Li gor Hengaw; li Îranê ji roja Duşemî heta Înê zêdetir ji 70 keç û jinên kurd li bajarên cudayên Rojhilatê Kurdistanê hatine destbiserkirin ku herî kêm 4 ji wan keçan zarokên di bin temenê 18 saliyê de ne.

Hengawê nasnameya van 4 keçan bi vî awa eşkere kiriye; Îlaha Moemînî 16 salî, Nîlofer Qazî 17 salî, Sara Şerdil 18 salî û Ada Daryuşî 17 salî ye.

Hevdem, xwenîşandanên li seranserî Îranê berdewam bûn, bi taybetî li parêzgehên Tehran, Tebrîz, Kerec, Şîraz, Sarî, Sîstan û Belûçistanê, ku jin û ciwan daketin kolanan û drûşmên li dijî Xamineyî û Rejîma Îslamî blind kirin û daxwaza hilweşandina komara îslamî kirin. .

Li bajarê Çabehara ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, xelkê Belûç çend baregehên leşkerî û hikûmetêyên Rejîma Îranê şewtandin û ji ber aşkere bûna destdirêjiya seksî ya berpirsekî supaya pasdarên Îranê li ser keçeke biçûk ya Belûç, tê pêşbînîkirin xwepêşandan li bajarê Sîstan û Belûçistanê zêdetir bi gor bibin.

Hevdem, xwendekarên zanîngeh û dibistanên Îranê dest bi girevê kirine û mamoste û xwendekaran jî çûna dersê red kirine. Li gel zanîngehên mezinên Îranê girevên zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê jî berdewam kirin.

Hêjayî gotinê ye ku girev weke qonaxeke nû di xwepêşandanên rûxandina rejîma Îranê de tê binavkirin û kedkarên pîşesaziya petrolê û bazarên Tehran û bajarên dinên mezin gefa girevê dixwen.

Pustên heman beş