“Îran PJAKê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, lewma wê bombebaran nake”

"Îran PJAKê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, lewma wê bombebaran nake"

Pisporê serbazî “Mihemed Salih Hemewendî” ragihand: “sedema serekeya bombebarana rejîma îslamî ya Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê mebestên siyasî ne, bi awayekî ku niha tev pêkhateyên Îranê bi kurd û fars û pêkhateyên din ji jiyana xwe nerazîne û daxwaza azadiyê dikin, lê komara îslamî ya Îranê dixwaze bi êrîş kirine ser partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê hevkêşeya siyasî biguhere, û ji raya giştî ya Îranê re bibêje ev xwepêşandan komployek navnetewî ye, em êrîşî terorîstan dikin! Heya ku aramiya wilatê me têk neçe.”

Li ser peywendîya PJAK- PKKê bi Îranê re jî Mihemed Salih Hemewendî dibêje: “Îranê di heyama du rojên borî da çendîn caran bi firokeyên bê firokevan û mûşekên balistîk êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirine û di encamê da hejmarek pêşmerge û hemwelatî hatine kuştin û birîndarkirin. Lê pirsa sereke eve, çima Komara Îslamî ya Îranê di nava tev partiyên opozisyon de êrîşî baregehên Partiya Jiyana Azadî Kurdistan “PJAK”ê nekir? Bê guman sedem ji bo vê yekê vedgere ku, “PJAK” tevî ku rêxistineke ser bi PKK’ê ye jî, lê ev rêxistin çêkirîya Îranê ye û berjewendiyên Komara Îslamîya Îranê diparêze.”

Beramber helwêsta Berhem Salih li ser êrîşên Komara Îslamî ya Îranê jî Mihemed Salih Hemewendî dibêje: “Serokomarê Îraqê Berhem Salih xwe wek parêzvanê destûra bingehîna Îraqê dibîne, lê li hemberî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê helwestek cidî nîşan nedaye û helwesta wî gelekî lawaze. Ji ber vê yekê piştî sê rojan ji nû behsa teqînên li dijî Herêma Kurdistana Îraqê kir.”

Pustên heman beş