Nivîskarekî Helebçe: PJAK ji bo Îranê kar dike loma nehat bombebarankirin

Nivîskarekî Helebçe: PJAK ji bo Îranê kar dike loma nehat bombebarankirin

Nivîskar û rewşenbîrekî bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê dilgirane ku çima Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) ku ser bi PKKê ve ye, li ser bombebarankirina partî û gelê Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamîya Îranê ve tiştekî nabêje. Çima di nava hemû partiyên rojhilatê Kurdistanê de PJAK nebû hedef? Dibêje jî “PJAK ji bo têkbirina hesta kurdayetiyê ji aliyê dagirkeran ve hatye afirandin.”

Lêkolîner û nivîskarê Helebce û xwediyê pirtûkxaneya Hejar Mukriyanî li bajarê Helebce Ata Rewuf ragihand: “em matmayî mane, çewa PJAK dikare bi hêsanî li ser sînorê Merîwan û Helebçe û Şarezûrê were û here û pereyê belaş û mûçeyê belaş werbigire, li ber çavê wan ciwanên kurd tên şehîd kirin, lê dengê wan tuneye, PJAK darê di destê dagirkeran û xizmetkarê biyanyaye, nexwe çima Îranê êrîşî tev partiyên rojhilat kir lê êrişî PJAKê nekir? Gelo ma ne ev yek nîşan dide ku PJAK çêkirî û caşa dagirkeran e?”

Her wiha ragihand “PJAK ji bo xapandin û revandina zarokên kurdan hatiye çêkirin, heya ku bi vê yekê xelkê ji rojhilat bibin Qendîlê û li wir bidin kuştin, weke Rêzan Cavîd, Rêzan Cavîd ji bo nihaya rojhilat pêwîstîyek bû, lê li Rojava Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe ew kuşt.”

Ev nivîskar û Rewşenbîrê bajarê Helebçe dibêje, “PJAK berhema xiyanet û caşitiya PKK’êye. Pêwîste aliyên rojhilatî vê helwestê ji bîr nekin û tola siberoja ceşitîyê ji wan hilînin. Divê gel di zûtirîn dem de ji wan dûr bikevin û rêzên wan bi cî bihêlin.”

Pustên heman beş