Îran bajarokê Simîlan bi tundî topbaran dike

Îran bajarokê Simîlan bi tundî topbaran dike

Bajarokê Simîlan ê ser bi navçeya Çoman a girêdayî parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê topxaneyên Îranê ve tê topbarankirin.

Li gor agahiyan, berî demekî zozanê Sartike yê li sînorê bajarokê Simîlan di bin topbaranên tund ên topxaneyên Îranê de ye.

Zozanê Sartike cihê koçeran e û hejmareke mezin a xelkê navçeyê jî karê çandiniyê li wê derê dikin.

Piştî kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emîn û derketina xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rojane navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê tên topbarankirin û ziyanên madî yên mezin gihîştina zozan û daristanan.

Herwiha roja 28ê Îlonê jî, Supaya Pasdarên Îranê bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin. Di encamê de 17 kesan şehîd bûn û zêdirî 50 kesî jî birîndar bûn.

Pustên heman beş