PKKê kadroyekî din jî tasfiye kir

PKKê kadroyekî din jî tasfiye kir

Rêxistina PKKê herî dawî yek ji kadroyên xwe yên din jî ku bi esla xwe ji kadroyên Bakur e li Kobanê tasfiye kir û weke hercar xwe bêdeng kir.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, yek ji kadroyên PKKê yê bi navê “Cemşîd Ararat” ku berpirsê yekîneya taybet bi danîn û hilgirtina mayînane, li Rojava bajarokê Kobaniyê ji aliyê PKKê ve hate kuştin.

Çavkaniyên Darka Mazî herweha eşkere kirin, ev kadroyê PKKê bi esla xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, şeva 10-11/9/2022an bi şofêrê xwe re li dema veguhestina hejmarek mayînan li gundê Şîxlerê ser bi bajarê Kobanê yê ser bi parêzgeha Helebê ji bo Rojava Kobanê, bi rêya zeliqandina mayînekê bi otomobîla wî ve ji aliyê PKKê hate kuştin.

Tevî ku şofêrê erebeya Cemşîd Ararat jî bi wî re bûye û hatiye kuştin, lê heya niha ti agahî li ser nasnameya şofêrê wî nehatiye hînbûn.

Pustên heman beş