Keça 15 Salîya bi nexweşiya dil ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin

Keça 15 Salîya bi nexweşiya dil ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin

Keça bi navê Buşra Edîp Kancoya 15 salî bêyî agahiya malbata wê li gundê xweyê kobanê winda bû. Tevî hemû serlêdanên malbata wê jî ti hêzeke ser bi PYDê ve derbarê wê zarokî de daxuyanî nedan.

Bûyer li gundê Hilinceyê Kobaniyê qewimî. Bûşraya 15 salî diçû dibistanê, xwendekar bû. Rojekê ji nişka ve winda bû. Hat diyarkirin ku keça biçûk nexweşiya dil heye û rewşa wêya tenduristiyê ne arame û divê her tim di bin çavdêriya doktor de bimîne.

Rêxistina Ciwanan ya PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” ya navdare bi revandina zarokan bi awayê mafiyayî.

Koma bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji bo bidestxistina şervanan her tim zarokan direvîne. Tevî ku rêveberiya PYD’ê di 29’ê Hezîrana 2019’an de belgeyek îmze kir û tê de diyar kir ku ewê zarokan çekdar nekin, lê belê heya niha jî zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de berdewam direvînin û çekdar dikin.

Ger malbatên zarokên revandî bûyerê ji çapemeniyê re ragihînin, rêveberiya PYDê hin caran neçar dimîne ku paşde gav bavêje û zarokan li malbatên wan vegerîne.

Pustên heman beş