Cemîl Taşkesen ê ku ji Akşenerê re got “Ev der Kurdistan e” dîsa hat binçavkirin

Cemîl Taşkesen ê ku ji Akşenerê re got"Ev der Kurdistan e" dîsa hat binçavkirin

Cemîl Taşkesen ê ku di 28’ê Cotmeha 2021’an de di dema serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a li navçeya Kurtalan a Sêrtê de bi gotina “Ev der Kurdistan e” bal kişandibû, dîsa hat binçavkirin.

Taşkesen ku berê bi îdiaya “propagandaya terorê kiriye” hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.

Taşkesen ji bo Akşener a ku salek berê ketibû dikana wî de wiha got: “Zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, ‘Kurdistan’ tê înkarkirin. Em li dijî wê ne. Cihê ku hûn niha lê ne, Kurdistan e, lê mixabin ev ‘Kurdistan’ li Meclîsê tê înkarkirin.”

Pustên heman beş