Tirkiye girtina yek ji berpirsên PKKê li Şingalê radigihîne

Tirkiye girtina yek ji berpirsên PKKê li Şingalê radigihîne

Li gorî medyaya Tirkiyê, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê li Şingalê desteser kir û bir Tirkiyê.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê “Anadolu” ji zarê berpirsên asayîşa wî welatî radigihîne ku, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) Çekdar Kaya ku yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê ye li Şingalê desteser kiriye û biriye Tirkiyê.

Li gor nûçeyê, Çekdar Kaya di sala 2015ê de tevlî kadroyên gundan ên PKK/KCK’ê bû. Di sala 2016’an de li herêma Garê kar kiriye.

Hat ragihandin jî, Çekdar Kaya di sala 2017’an de li Şingalê ji aliyê PKK’ê ve hatiye erkdarkirin. Herî dawî jî wek berpirsê lojîstîk li Şingalî dixebitî.

Di nûçeyê de nehate eşkerekirin ku ew berpirsê PKKê kengî hatiye girtin. PKKê jî heta niha ti daxuyanî li ser vê nûçeyê nedane.

Pustên heman beş