122 welatiyên Almanyayê li Tirkiyê girtî ne

122 welatiyên Almanyayê li Tirkiyê girtî ne

Li Tirkiyê hejmara welatiyên Alman yên desteserkirî ne, gihiştiye 122 kesan û hinek ji wan ji ber xebata wan a li ser çand û zimanê Kurdî, tên tohmetbarkirin.

Hikûmeta Federal a Almanyayê di bersiva pirsnameyekê Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbulut de eşkere kir, li Tirkiyê 122 welatiyên Alman desteserkirî ne. Nîvê wan di zidnanê de ne û qedexeya derketina derveyî sînorên Tirkiyê li ser nîvê din heye.

Derbarê vê mijarê de Gokay Akbulut ji rojnemeya Der Tagesspiegel re diyar kiriye, gelek ji welatiyên Alman ji ber tevlîbûna komeleyên Kurdan an jî rexneyên li hukûmeta Tirkiyê hatine girtin.

Akbulut da zanîn jî, di derheqê hin welatiyên Alman de, tenê bi hinceta ku wan li ser çand û zimanê Kurdî kar û xebat kirine, biryara girtinê hatiye dayîn.

Li gorî wê rojnameyê, metirsiya girtina Almanên li Tirkiyê di demek nêzîk de dikare hîn zêdetir bibe, ji ber Parlamentoya Tirkiyê niha li ser yasaya ku ji ber belavkirina “nûçeyên sexte” 3 sal cezayê girtîgehê dide, tê nîqaşkirin.

Şîrovekarên siyasî jî, hikûmeta Tirkiyê sûcdar dikin ku ev yasa bi awayekî nezelal hatiye dariştin ku kesek hema hema ji ber her rexneyekê yan derbirîna ramanekê, dikare were cezakirin.

Pustên heman beş