Di 27ê Îlonê de çekdarên PKK’ê li Mêrsînê êrişî polîsan kir. Di bûyerê de polîsek û du çekdarên PKKê canê xwe ji dest dan. Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û HDP’ê bûyer şermezar kirin. Rayedarên PKK’ê jî bêyî ku nav bidin Demîrtaş û HDP’ê şermezar kirin.
Mafnas û şîrovekarên siyasî yên Bakurê Kurdistanê daxuyanî û bertekên piştî bûyera Mêrsînê nirxandin û gotin ku; daxwaza demokrasî û şerê çekdarî bi hev re nabe û divê piştgiriya hewlên demokratîk bên kirin.
Karvedanên rexneyên Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û HDP’ê yên derbarê bûyera 27ê Îlonê ya Mêrsînê de berdewam dikin. Rêveberên PKK’ê bertek nîşanî wan kes û aliyên ku bûyera Mêrsînê şermezar kirine, dan. Li gorî mafnasên kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê divê piştgiriya rê û rêbazên siyasî bê kirin.
Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Mustafa Ozer ji K24ê re diyar kir: “Min jî serdana Selahedîn Demîrtaş kiriye. Ew dibêje; heger em ê meseleya kurdan bi demokrasî û dadweriyê çareser bikin divê gêrîla hinekê ji me dûr bikeve. Ango Demîrtaş dibêje; têkilî tiştê ku em dimeşînin nebin. Demîrtaş dibêje; bila ew li meseleya xwe binêrin em ê jî li vir têkoşîna demokrasiyê bikin.”Bertekên Demîrtaş di nava raya giştî ya Bakur û Tirkiye û medyaya civakî de cihekî berfireh girt . Gelek kesan piştgiriya peyamên Demîrtaş kirin.
Mafnas û şîrovekarên siyasî yên kurd gotin ku; demeke dirêj hêzên çekdar hewl dan ku li gorî rê û rêbazên xwe pirsgirêka kurd çareser bikin, lê belê ser neketin û di vê demê de bi hêz û tûndiyê ti pirsgirêk nayên çareserkirin.
Mafnas û Şîrovekarê Siyasî Sînan Tanrikulu ji K24ê re ragihand: “Piraniya gelê kurd dibêje; divê êdî meseleya kurd ne bi çek û tundiyê, ew bi aşitî û rêbazên demokrasiyê bê çareserkirin. Aşitî jî bi çekdarî nabe. Aşitî, bi demokrasî, dîplomasî û rêya bêtundî û bêçek dibe.”
Li gorî nirxandina mafnas û şîrovekarên siyasî, ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa divê kurd li derveyê tundiyê têkoşîna xwe bi rê û rêbazên siyasî û demokratîk birêve bibin. Mafnas û şîrovekar dibêjin; piraniya kurdên Bakur û Tirkiye piştgiriya rêbazên demokratîk dikin.