Letîf Reşîd bû Serokomarê Iraqê

Letîf Reşîd bû Serokomarê Iraqê

 Letîf Reşîd bi dengên 162 parlamenteran, di gera duyem a hilbijartina Serokomarê Iraqê de li parlamentoyê, wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Îro di rûniştina Parlamentoya Iraqê de gera duyem a hilbijartina Serokomarê Iraqê bi amadebûna 269 parlamenteran birêve çû.

Letîf Reşîd di gera yekem de ji 277 parlamenterên ku amade bûn, 157 deng bi dest xistin û Berhem Salih 99 deng bi dest xistin, Letîf Reşîd di gera duyem de 162 deng bi dest xistin û Berhem Salih jî weke gera yekem, dîsa 99 deng bi dest xistin.

Beriya niha di daxuyaniyekê de Polîtburoya PDKê ragihand, ji bo serxistina proseya hilbijartina Serokomarê Iraqê û damezirandina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal, namzedê xwe yê ji wî postî, Rêber Ehmed vedikişîne.

Her yek ji fraksiyonên PDK, Dewleta Yasa, Hevpeymaniya Siyade piştgiriya xwe ji bo Letîf Reşîd bo wergirtina postê Serokomarê Iraqê ragihandine.

Pustên heman beş