Keçeke Silêmaniyê ku temenê wê di bin 16 saliyê de bûye, di nava refên PKKê de hatiye kuştin.
Li gor medyaya PKKê keça ku navê wê Peyam Ebdullah ku dê û bavên wê xelkê Silêmaniyê û li Silêmaniyê ji dayik bûye û di sala 2017an de tevlî PKKê bûye, dema ku di temenê zarokatiyê de bûye.
Li gor zanyariyan, ew keç di nav PKKê de bi navê Delal Şoreş tê naskirin û birayê wê jî di nav PKKê de ye.
Li gorî PKKê ew ciwan di Cotmeha 2022an de li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.
Rêveberê Giştî yê Komîsyona Mafê Mirovan Silêman Mohsîn Sindî ragehand: ‘’Mixabin gelek têbînî li ser kiryarên PKKê hene, ji ber ku bi dehan halet hene ku PKK zarokan ji bo karên xwe yên leşkerî bikartîne, mixabin ev dosya ne. Di nava PKK’ê de zêde dibe, bi taybetî jî xapandina keçan û birina wan a Qendîlê, encam jî ev e.”