Birîkarê Wezareta Pêşmerge: Me ligel Hevpeymanan planek ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge dariştiye

Birîkarê Wezareta Pêşmerge: Me ligel Hevpeymanan planek ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge dariştiye

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand, ji bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge, wan ligel Hevpeymanan plan danîne.

Serbest Lezgîn ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Me ligel Hevpeymanan plan daniye ji bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge.”

Lezgîn destnîşan kir: “Hêzên 70 û 80 bi xwerêkxistinê ve mijûl in, da ku veguhezin ser Wezareta Pêşmerge.

Herwiha got: “Yekxistina hêzên Pêşmerge zêdetir Hevpeymanan han dide ku hevkariya Herêma Kurdistanê bikin. Li gor plana ku hatiye danîn, heta çar salên bê, divê hemû hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de bibin yek.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge eşkere kir: “Pêwendiya me ya baş ligel tîmên Hevpeymanan heye, hêzên Hevpeymanan ji aliyê şêwir, perwerdehî û rahênanê ve berdewam in di hevkarîkirina hêzên Pêşmerge de, herwiha rola wan a sereke heye di cîbicîkirina proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de.”

Pustên heman beş