Letîf Reşîd û Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî encam dan

Letîf Reşîd û Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyan bi armanca seqamgîriya navçeyê kirin.

Îro şemiyê 22yê Cotmeha 2022yan, Serokomariya Iraqê ragihand, Letîf Reşîd û Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de behsa pêwendiyên dualî bi armanca seqamgîriya navçeyê kirin û Serokomarê Iraqê behsa girîngiya pêwendiyên ligel Tirkiyê û pêwîstiya pêşvebirina wan di hemû waran de bi armanca parastina berjewendiyên hevbeş kiriye.

Di pêwendiya telefonî de, Serokomarê Tirkiyê pîrozbahî li Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kiriye û ragihandiye ku welatê wî dixwaze pêwendiyên dîrokî û aktîvkirina hevkariyan li ser bingeha bidestxistina seqamgîriyê li navçeyê di warên siyasî, aborî û asayîşê de kiriye.

Roja pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan, bi dengên 162 parlamenteran di gera duyem a dengdanê de, Letîf Reşîd ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wek serokomar hat hilbijartin.

Pustên heman beş