Li sînorê qeza Amêdiyê bombebaranên artêşa Tirkiyê yên li ser binkeyên PKKê ziyan gehande elektrîka navçeyê. Rêveberiya elektrîka parêzgeha Duhokê hewla çareserkirina pirsgirêkên elektrîkê dide ku ji ber bombebaranên Tirkiyê pêkhatiye.
Rêveberiya elektrîka parêzgeha Duhokê di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Rêveberiya dabeş kirina elektrîka qeza Amêdî serdana gundên sînorê nahyeya Kanî Masî kiriye, ku ji ber bombebaranên Tirkiyê ziyan ber elektrîka çend gundekan ketiye û kar ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê tê dayîn.’’
Rêveberiya elektrîka parêzgeha Duhokê got: ‘’Nêzîk gundên Rafîna û Omeda û pişt gundê Serweru, ji ber şerê navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyê ziyan li ber elektrîkê ketibû. Tîmên elektrîka qeza Amêdî naha mijûlê çêkirinê ne û çareser kirina pirsgirêkê ne, ku elektrîk bigehe temamê gundan.’’