Ev ji Diyarbekir kêm bû!

Ev ji Diyarbekir kêm bû!

Nûçeyek di medyayê de belav bû, nûçeyek gelek girîng bû.Lê kesekê zêde guh nedayê û li ser nesekinî. Ev nûçe rastiya PKKê û sîxûrên vê rêxistinê û herweha leyiztika wan li ser miletê Kurd baş dide xûyakirin.

Nûçe bi vî awayîye:“ Li Diyarbekirê dibistanek bi navê “Dibistana Marksîst Li Amedê” hat vekirin. Damezirandina dibistanê bi civîneke çapemeniyê bi zimanê Kurdî û Tirkî hat ragihandin.

Li Şaxa Sendîqeya Perwerdehiyê Egîtîm Senê ya Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin ku “Dibistana Marksîst Li Amedê” hatiya damezirandin.

Di civînê de Serokê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek amaje kir ku ev demek dirêj bû fikra wan a damezirandina dibistana marksîst hebû û kêfxweşin niha vê projeyê pêk tînin.

Di civîna ragihandina damezirandina “Dibistana Marksîst Li Amedê” de danezana Kurdî ji aliyê nivîskar Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin û hat amajekirin ku ew li benda hemû wan kesan in ku dixwazin di vî warî de beşdariyê bikin. Logoya dibistanê jî ew e ku Karl Mar li Bircên Diyarbekir dinihêre.“

Tê zanîn ku Sînan Çîfteyurek kesayeteke ku girêdayî PKKê siyasete dike û wek serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê tê nasandin. Lê tu cara wî ji dere siyaseta PKKê tu tevgerek nekiriye û niha jî bi vê yeke hewldidde rojeva siyasî biguherin. Şerefxan Cizîrî, gerek bi tu awayî xwe nekira şirîkê vê karasetê. Gelo ew bi navê çi daxûyaniya vê Dibistanê radigihîne? Cizîrî di siyasete de li cihê destpêkirî vedigerê û din ava şaşitiyek mezin de ye.

Ev yek ne projeya wan kesane ku, civînê de avakirina Dibistanê radigihînin, ev projeya PKKê ya guhertina rojeva siyasîye û bi deste hinek piyonên xwe vê radigihîne.

 Niha mirov mereq dike ,gelo dê mamustayê vê Dibistanê kî bin. Gelo Şerfxan Cizîrî bi navê Platforma Zimanê Kurdî yan bi navê xwe tevlî vê civîna çapemeniyû bûye nayû zanîn. Gerek Platforma Zimanê Kurdî di vê derbarê de daxûyaniyekî bide.

Baştire ku bi strana hûnermendê Kurd Ciwan Haco ya BIRCÊN DIYARBEKIR guhdarî bikin.

 

Pustên heman beş