Hejmarek partî û aliyên siyasî yên Sûriyê bi Rûsyayê re civiyan

Hejmarek partî û aliyên siyasî yên Sûriyê bi Rûsyayê re civiyan

Hejmarek partî û aliyên siyasî yên Sûryayê li bajarê Mosko ya paytexta Rûsyayê bi Mikhail Bogdanov cihgirê wezîrê derve yê Rûsyayê re civiyan.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, ev civîn li roja 15/9/2022an li Moskoyê hatiye encamdayîn û nûnerên Partiyên Siyasî yên Sûriyê ku di vê civînê de amade bûne ev kese bûne:

1- Sîhanok Dîbo û Elî El-Asî/ Nûnerên Civata Sûriyeya Demokratîk.

2- Xalid Mihamîd/ Cihgirê desteya danustandina Sûriyeya berê.

3- Ibeyd Nehas/ Serokê Tevgera Çalakiya Niştmanîya Sûriyê.

4- Adil Seîd/ Nûnerê Hemahengiya Niştimanî.

5- Hesen El-Etreş/ Nûnerê Înisyatîfa Netewî li Cebel El-Ereb li parêzgeha Suwêda.

Di vê civînê de basî rewşa siyasîya Sûriyê hat kirin, di civînê de tekezî hat kirin ku divê çareseriyek siyasî ji boy rewşa Sûriyê li gor biryara navnetewî ya jimare 2254 were destpêkirin heya ku prisgirêk û nakokiyên Sûriyê werin çareserkirin, her weha hatiye tekez kirin ku divê ev çareserî li ser bingeha danûstandinên Sûrî-Sûrî be.

Her wiha tekezî li ser wê yekê kirin ku cîbicîkirina biryara 2254 ya netewên yekbûîy bi hemû xal û encamên wê bingeha çareseriya siyasîye û tekezî li ser yekrêziya ax û gelê Sûriyê kirin.

Di vê hevdîtnê de cîgirê wezîrê derveyê Rûsya Bogdanov, diyar kir ku Rûsya piştgirya çareseriya siyasî dike, û bernameyeke amadekirî ji bo çareseriyê nîne û divê sûrî bi xwe hevahengiyê di navbera xwe de bikin û nerîna xwe bidin. Armanca me ewe ku em her kesî vexwînin, di serî de desthilatdariya Sûriyê û li ser bingeha biryara navdewletîya 2254 li ser maseya danûstandinan rûnin.

Di civînê de ev pirs ji Bogdanov hat kirin: gelo desthilata Sûriyê bi rastî opozîsyona Sûriyê nas dike? Gelo hûn dikarin wê razî bikin ku li ser maseya danûstandinan rûne û kar ji bo bidestxistina çareseryeke siyasî li gorî naveroka biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûîy û hemû xal û encamên wê bike?

Bogdanov bi vî awa berisva pirsê da: berisva pirsên we dê bigihe we, civîna di paşerojê de ya Sûrî-Sûrî bi hemahengî li gel wezareta derveya Rûsyayê dê bo Şamê bi xwe were veguhestin.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, vê civînê gelek pirsyar û nakokî di nêvbera endamên civata Sûriyeya demokratîk de dirust kirine, bi awayekî ku di grûpa xwe ya taybet ya WhatsAppê de hin endaman bi vî awa nerîn û pêşniyazên xwe diyar kirine:

1- Mecdolîn Hesen: endama serkirdayetiya civatê û nîşteciya wilatê Swêd.

Siheta we xweş be, di demekî de ku tev cîhanê Rûsya ceza kiriye û xistiye bin dorpêçê de û helwestên nerînî li himber nîşan didin, hûn çûne û we vîze wergirtiye û serî li Rûsyayê dane, dûr nebînin cîhan bi tevahî dijatiya we bike û dergehên xwe ji we re venekin.

2- Besam Seqer: Endamê Serkirdayetiya Civatê û nîşteciyê wilatê Amerîka.

Heval Mecdolîn, tekîd be tev alî vê yekê dizanin, ti aliyek ti helwestekî li dijî me wernagire, ji ber ku pêş vê seredanê me seredana Amerîkayê jî kirbû.

3- Cemal Şêx Baqî: Sekreterê Parta Demokrata Kurdî ya Sûriyê.

Me ti tiştek ji vê şandeyê fêm nekir, ev şande ser bi kîjan alî ye, nûneratiya kê dike, dibe grûpeke nû be hatibe dirustkirin, me ti agahiyek li ser tuneye, çima wezareta derve ya Rûsiyê pêşwaziyê li şandeya civatê bi tenê nake, dibe ev şande şandeyek naskirî nebe.

4- Amîna Omer: hevseroka Civata Sûriyeya Demokratîk.

Biryar bû ev civîn bera şerê Rûsya û Ukraynayê were lidarxistin, lê belê hat paşxistin, ti şandeyeke nû nehatiye pêkanîn, civata Sûryaya Demokratîk têkilî bi tev aliyan re heye.

5- Sîhanok Dîbo: endama Pêwendiyên Giştî Ya Civata Sûryaya Demokratîk.

Civîna ku li Rûsyayê hatiye encamdayîn bi tenê danustandin bûye û me ji aliyê xwe ve û bi hevparî bi beşdarbûyan re peyam gihandiye Rûsyayê ku divê çareseriyek siyasî li Sûryayê dest pê bike û nabe rêgirî lê were kirin, kesên beşdarî di civînê de kirîn hemahengî bi Civata Sûryaya Demokratîk re heye, em dixwazin têkilîyên xwe bi Rûsyayê re bihêz bikin, ji bo vê yekê emê serî li Moskoyê bidin, her wiha emê serî li hin wlatên Erebî jî bidin.

Pustên heman beş