Pêşêlkariyên mehên 8 û 9 yên PKKê li Akrê û Amêdiyê

pkk-amedi-akre-duhok-info

Tewan û pêşêlkariyên PKKê yên di rasta gelê Başûrê Kurdistanê de teybet gelê Behdînanê ti carî bi dawî nabin, li du mehên rabûrî weke hertim rêxistinê zirareke mezin li şêniyên sînorê Akrê û Amêdiyê kirî ye, bi awayekî ku bûye bela û berbûye navçeyê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” karî pêşêlkariyên çekdarên PKKê yên li mehên tebax û îlona îsal 2022 li sînorê Akrê û Amêdiyê dokyoment bike, li van du mehan jî weke hertim rêxistinê zirarek mezin li şênîyan kirî ye, bi darê zorê otomobîl, pez û berhemê çandiniyê ji cotkarên navçeyê stendine.

Pêşêlkariyên tebaxa/2022 wisa bûn:

1- Li 8/8/2022 mefrezeyeka PKKê li nav gundê Hîzanka jêrî ser bi bajarokê Çemankê, otomobîla hemwlatiyekî bi navê Hecî Mişîr Salih Zêbarî ragirtî ye, darên wî jê stendine.

2- Çekdarên PKKê li meha 8 ya 2022 rojane mefreze li gundê Bêlmendê yê bajarokê Çemankê didana û barên daran ji hemwlatiyan di stendin, her wiha mobîlên wan û paş ku pişkinîn ji boy wan dihat kirin ji boy wan vedgerandin.

3- Berpirsekî PKKê ku xwe bi navê Kawe dida naskirin, li meha 8 ya 2022 li du wextên cuda du pez bi darê zorê ji du hemwlatiyên gundê Şehê yê ser bi bajarokê Dînartê ve stendin, piştre bi wan ragihand ku eger ew dengê xwe bikin, wê wan bi daran ve girê bidin, ev pez yên her yêk ji van hemwlatiyan bûn:

Yasir Hesen Zêbarî ku li 26/8/2022 jê stendiye, her wiha hemwlatî Zeyd Rizgar Zêbarî ku li 28/6/2022 pezê wî jê stend bû.

Pêşêkariyên îlona/2022 wisa bûn:

1- Li roja 22/9/2022 mefrezeyeka PKKê li gundê Kurtka girêdayî bajarokê Dînartê, otomobîla pêşmergeyekî bi navê Şehab Mîrza Mistefa Zêbarî ku dar bar kirbûn ragirt, PKKê dest bi ser otombobîlê de girt û bi xwediyê wê ragihandin ewê paş pêwendiyê bi wî bikin.

2- Çekdarên PKKê hişdarî daye xwediyên aşên tehînê yên gundên Kiristyanan li dola Nehlê ya li sînorê Çemankê ku nabe her yêk ji 10 barên daran zêdetir derbas bike.

3- Çekdarên rêxistinê li 5/9/2022 jî li dûryana gundê Bîlmendê girêdayî Çemankê, kamîrayeke teqîbê bi dar berûyekê ve helawîstbû ji bo ku teqîba kes û erebeyên li wir hereketê dikin, bike.

Hêjay gotinê ye, ev hinek ji wan pêşêlkaryane yên ku rojane gelê navçeyê li ser destê PKKê û çekdarên wê jyan dike.

PKKe her roj astengîyan ji bo şênyên devera Amêdiyê û akirê çêdike, bacê ji cotkaran distîne, bi darê zorê berhemê wan yê çandinyê bo xwe dibe, wexta hemwlatiyek nerazîbûnê jî nîşan dide rastî lêdan û îşkenceya çekdarên rêxistinê dibe.

Pustên heman beş