Li Îsraîlê ji bo helbijartinên pêşwext ên giştî gel diçe ser sandoqan

Li Îsraîlê ji bo helbijartinên pêşwext ên giştî gel diçe ser sandoqan

Di heyama çar salên borî de Îsraîl ev pêncem care diçe ser sandoqên dengdanê û serokwezîr heldibêjêrin. Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netenyahu piştî di helbijartinên berî naha de şikest anî naha xwe kom dike û dixwaze desthilatê careke din bidest bixe.

Îro 01.11.2022yê gelê Îsraîlê diçe ser sandoqên dengdanê û serokwezîrê nû  heldibijêre û xuya dike ku ti partiyek nikare bi tene sedî 50+1 bidest bixe.

Benjamin Netenyahu ku serokwezîrê herî demdirêj ê Îsraîlê bû, berî naha bi tometa gendeliyê hat dadgeh kirin û partiya wî jî di helbijartinê de şikest anî.

Li Îsraîlê 6 milyon û 788 hezar dengdêr ji bo 120 parlamenteran diyar bikin di 12 hezar û 393 sandoqan dê dengên xwe bidin. Helbijartin li gor demjimêrên herêmî demjimêr 07:00ê destpê kir û heta demjimêr 22:00ê dê berdewam bike.

Tê payîn ku encamên giştî herî zêde di nav 8 rojan de bên aşkera kirin, çapemeniya herêmî dibêje dê encamên helbijartinê di nav vê heftiyê de bên aşkera kirin.

Pustên heman beş