Şopa Apo.. Şopa mirinê

Cemal Derwîşe (1)

Rayedarekî PKKê endamekî Asayîşa Rêveberya Xweser li yek ji nuqteyên kontirolê kuşt

Di bûyerekê de ku ne cara yekeme u ne ya dawiyê ye, berpirsekî partiya Karkerên Kurdistanê, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) yên girêdayî Rêveberîya Xweser kuşt, ev tewan li yêk ji nuqteyên Asayîşa Rêveberîya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanîyê pêkhatî ye.

Ajansa Basnews li ser zarê çavkaniyek Kurd yê agahdar ji Kobanîyê ragihand, berpirsekî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKKê) yê bi navê (Serhed) fermanek daye şofêrê xwe ku gulleyekê li yêk ji endamên Asayîşa Rêveberîya Xweser berde.

Destnîşan kir, ew endamê Asayîşa Rêveberîya Xweser li bajarê Kobanîyê bû û navê wî Cemal Derwîşe, şofêrê Serhed ew li xala kontirolê ya gundê Haling yê li Başûrê Rojhilata Kobanîyê kuştin.

Her wiha diyar kir dema fermandarê PKKê yê bi navê Serhed di wê nuqteya kontirolê re derbas bûy, endamê asayîşê yê bi navê Cemal Derwêş ji wî xwest ku nasnameya xwe eşkere bike, lêbelê Serhed nexwest nasnameya xwe eşkere bike û piştî derketina şerekî devkî Serhed ferman da şofêrê xwe gulleyekê li Cemal berde.

Cemalê belengaz û Şopa Apo

Cemal Derwîşe (2)

Rêxistina PKKê weke her tim tewana kuştina vî kadroyê xwe yê Asayîşa Hundirîn peçinî û li 30 cotmeha borî merasîmek ji boy defin kirina Cemal sazkir û di merasîmê de go: “Cemal li ser rêya Apo, li ser şopa Apo dimeşiya, wî canê xwe fedayê Neteweya Demokratîk kir”.

Ev merasîma PKKê ya ji boy Cemal û daxuyaniyên rêxistinê ya ku dibêje:  “Cemal li ser şopa Apo dimeşiya”, dihête wê wateyê ku PKKe bi devê êtîrafê dike ku şopa Apo şopa mirinê ye, yê ku li pey şopa Apo bimeşe, çarenûsa wê wê kuştina muhetem be.

Rêxistna PKKê, di tev qonaxên xebata xwe ya saxte de, bi sedan kadroyên xwe yên rêveber, kadoryên hêla navîn, fermandar û gêrîla tesfiye kirine û piştire hatiye ev tewanên xwe bi silogan û derewan veşartine.

Pustên heman beş