Li Rojava Piştî navê Kurdistanê zimanê Kurdî jî hat rakirin

Li Rojava Piştî navê Kurdistanê zimanê Kurdî jî hat rakirin

Li Rojava Kurdistanê konferansa Gazîya hat çekirin, lê gelek balkeş bû ku ev konferans bes bi zimanê Arebî çebû, zimanê Kurdî li konferansê ne hate bi kar anîn.

Birîndarên şerê Rojava Kurdistanê berê ji boy xwe Federasyonek ava kiribûn, vê federasyonê duh Kongreya xwe a 2’emîn çekir, Navê Kongre wisa hatibû nivîsandin “Kongereya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” Fedarasyona Gazîyan tu navên Kurdî ji boy vê Kongerya xwe bi kar ne anîn.

Heman demê dîmenên vî kongrey belav bûn ku têde tenê zimanê Arebî hatîye bi karanîn.

Li Kongrey nêzî 300 kesan tevlî bûn û du rojan berdewam bû, ev Kongre li ser axa Kurdistana Rojava çebûye û heman demê kesên ku tevlî bûne jî 90% zêdetir Kurdin.

Heman demê li Rojava ne tenê Kurdên Rojava tevlî şer bûn, dehan gencên Bakur û Rojhîlat jî tevlî bûn, ev genc ji boy azadîya Kurdistanê çûbûn, lêbelê ana em lê dimeyzênin ku Rojava ala Kurdistanê têde ne maye, Navê wê ne Rojava Kurdistanê ye, sazî û dezgehên wê navê Bakurê Suriyê bi kar tînin, ana zimanê Kurdî jî êdî nayê bi kar anîn.

Ma gelo ev gencên Kurdan wê demê ji boy çi hatin kuştin û dest û lingên xwe dan.

Ev rewşa Rojava biryarekî bi serê xwe nîne, ew biryar û ramana PKKê ve girêdayî ye, PKKe her ku diçe nasnameya Kurdî û sembolên Kurdî li perçeyên Kurdistanê lawaz dike.

Pustên heman beş